Komkujiyên AKP'ê ji Kanadayiyan re hatin ragihandin

Li Torontoyê AKP hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Li bajarê Kanada Torontoyê, komkujiyên ji aliyê zîhniyeta qirkirinê ya AKP'ê li Kurdistanê tên kirin, hatin şermezarkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Toronto û Kurdish House li bajêr çalakiya xeleka ji mirovan pêk anîn.

Bi beşdariya 500 kesî çalakiyê ji Dundus Square destpê kir û heta pêşiya şaredariyê bi dawî bû. Bi pankart û posterên di çalakiyê de hatin vekirin re çalakgeran bal kişandin ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tê kirin. Kurdan ji Kanadayiyan re ragihandin ku AKP li Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Di dema meşê de dirûşmên "TC a faşîst ji Kurdistanê bicehime", "Ji Kurdistanê re azadî", "Ji Ocalan re azadî" hatin qîrîn û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

...