Komkujiya Roboskiyê li DYA’yê hate protetokirin

Komkujiya Roboskiyê li DYA’yê hate protetokirin

Salvegera komkujiya Roboskî nêzîk dibe. Kurdistaniyên li her deverên cîhanê dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Komkujî di salvegera yekemîn de li paytexta DYA Washingtonê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarên Virginia, Maryland û Washington DC bi boneya salvegera Komkujiya Roboskiyê çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, li Dupont Circle ya Washington DC’yê bûn. Derbarê rastiya çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku çekên DYA difiroşe Tirkiyeyê jiyana gelê sivîl dixe xeteriyê.