Komkujiya li Farqînê li gelek bajaran hat protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Farqînê li gelek navendan bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Farqînê li gelek navendan bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

DARMSTADT

Li bajarê Elmanya Darmstadtê, ji bo şermezarkirina êrîşên li hemberî Farqînê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Çalakiya li Lûîsen Platzê pêk hat, ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin. Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mehmet Şoban di axaftina xwe ya li çalakiyê de komkujiya li Farqînê şermezar kir û got, "Çawa ku Kobanê neket, berxwedana gel bi ser ket, wê îro jî Farqîn û gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide, bi ser bikeve. Çoban banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

MANNHEÎM

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Mannheîmê dijîn, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li hemberî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyê, mîtîng û çalakiyeke rûniştinê pêk anîn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên li Farqînê jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Cano Yildiz li vir peyivî û got, "Gelê Farqînê li pêş çavên cîhanê di nava tecrîdê de tê ragirtin. Em îro ji bo şermerzarkirina bêdengiya cîhanê û protestokirina êrîşên AKP'ê çalakiya rûniştinê pêk tînin." Girseya gel dûre bi banta reş devê xwe girê da û çalakiya rûniştinê lidar xist. NCDK, NAV-DEM, AGÎF, ADHF, DÎDF, SPD, SAYKP, AABF, partiyên Çep ên Elman, Tevgera Goran û YNK'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

LÎNZ

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê û tevahiya Kurdistanê hat şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Martîn-Lûther Platzê li ber Thalîa pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Der barê komkujiya AKP li Kurdistanê bi taybetî li Farqînê dike de belavokek hat xwendin û ev êrîş hatin şermezarkirin.

ÎNNSBRÛCK

Li bajarekî din ê Awûstûrya Înnsbrûckê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kurdistanî dostên wan bi heman armancê çalakiyek lidar xistin. Çalakî li ber peykerê Annasaeule saet di 15:00 de destpê kir. Çalakiya ku rastî eleqeya Awûstûryayiyan jî hat, saetekê dewam kir. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku berpirsyarê komkujiya li Farqînê Erdogan e.

...