Komkujiya Hewlêrê li dijî xebata her çar perçeyên Kurdistanê bû

Komkujiya Hewlêrê li dijî xebata her çar perçeyên Kurdistanê bû

Meha Gulanê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Meha Şehîdane. Gelek pêşengên tevgera azadiyê di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane. Êşeke din ya meha Gulanê ya bo gelê kurd heye. Di 16’ê Gulana 1997’an de  li Hewlerê, bi piştgiriya artêşa Tirk re hêzên PDK’ê êrîşên endamên tevgera azadiyê û gel kir. Di ecnamê gelek kes hatin qetilkirin. Bîlaçoya vê komkujiyê, ji ber ku aqûbeta gelek kesen atariye, nayê zanîn.  Endama Koordînayona PAJK’ê Rojger Zagros diyar kir komkujiya li Hewlêrê li dijî hemû xebatên çar parçeyên Kurdistanê dihat meşandin bû û got: “Gelê kurd tu carî baweriya xwe bi yekitiya netewî têk nebir. “

Zagros komkujiya Hewlêrê ji ANF’ê re nirxand. Zagors da zanîn ku hêzên  mêtînger û serdest li ser Rojhilata Navîn ji bo ku hesabên xwe yên berjewendiyê pêk bîni ev 200 salên dawî ne gelan bi hev didin şikandin. Zagros da zanîn ku navenda vê siyasetê de jî Kurdistan heye û wiha got: “Ev hêz dixwazin di şexsê gelê kurd de gelê Rojhilata Navîn parçe bikin.  Lê piştî ku gelê kurd bi pêşengiya PKK’ê mezin bûn, hêzên serdset bi hêzên dewletê yên li Kurdistanê serdetsin re ket nava planên komployê.  Gelê kurd pêngavên mezin yên yekitiya netewî avêtin û li hemberî hêzên serdest serhildan pêk anîn. Di salên 1992, 95,97’an de ketin nav hewldanên komployan.  Bi taybet di sala 1996’an de piştî şehadeta hevala Zîlan li Başûrê Kurdistanê komkujiyên mezin hatin jiyîn. Yekitî di çarçoveya netewî de hat bi hêzkirin.  Jinên Başûrê Kurdistanê  têkoşîna Leyla Qasim dabû  destpêkirin di nava PKK’ê de da jiyîn. Vê jî çavê mêtîngeran tirsand. Bi armanca darbeyê li têkoşîna azadiyê bikin hewldanên şerê navxweyî dan destpêkirin û hêzên artêşa tirk û PDK’ê di 14’ê Gulana 1997’an de operasyonek da destpêkirin.

Zagros got operasyona li Qadên Parastina Medya li qada Garê destpêkir di 16’ê Gulanê de li Hewlêrê dan meşandin û got: “Artêşa tirk bi tanq û çekên giran ket Hewlêrê. Êrîşên  Yekitiya Neteweyî ya Demokratik a Kurdistan (YNDK), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Navenda Rojnameya  Welat, Heyva Sor a Kurdistan, buroya karê derve ya YNDK,  Buroya Başûr a  YAJK, Yekitiya Xwendevanên Welatparêz ya Kurdistan (YXWK)  û nexweşxaneya kirin. Van saziyan li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe bi rêxistineke mezin dimeşand. Her roj têkoşîna xwe bilind dikirin. Dema êrîşan destpê kir, hevalan heta dawiyê têkoşiyan.

Zagros di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di tu rêbazê şer de êrîşê sivîlan nayê kirin. Ev tu aliyê wê yê hiqûqî nÎne.  Yên ku jiyana xwe ji dest dan hemû sivîl bûn. Gelek birîndar bûn, di nexweşxaneyan dbûn.  Di van komeleyan de ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek pêşengên kadro dixebitin. Piştî vê komkujiyê ji 100 kesî agahî nehat girtin.  PDK’ê der barê vê de tu daxuyaniyek neda.

Zagros destnîşan kir ku ev şer tenê ji hêzên serdest re xizmetê dike û got: “Gelê Başûrê Kurdistanê vê êşê hêjî di dilê xwe de vedişêre. Berê çiqas têkoşîn dabe jî tê zanîn ku hêzên serdest yên herêmê tenê bo berjewendiyên xwe  ketine v îşerî. Gelê Başûr tu carî ji têkoşîna xwe dest berneda. Hêjî têdikoşe.  Li dijî komployên bi vî rengî dirûşmeya yekitiya netewî bi hêztir tê berzkirin.  Hevalên me yên di van pevçûnan de jiyana xwe ji destdan ji bo azadiya Kurdistanê heta dawiyê têkoşiyan. Hevala Helîn û Bermal li bakûr bûn û  li Başûr bo neteweya kurd têdikoşiyan.  Hevala Leyla, Ronahî û Roza ji Rojava bûn. Hevala Roza di rojnameya Welat beşa    Watan-i Şems a erebî de dixebitî. Rewşen, Aram, Berxwedan, Ruken û Peyman  ji Başûr bûn. Û gelek hevalên me yên din şehîd ketin. Em soza xwe ya bo bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.

Zagros dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Ez di pêvajoyek wisa de bang li hêzên PDK’ê dikim. Gelê kurd li dijî vê komkujiyê hê jî bi hêrse. Gel dixwaze aqûbeta zarokên xwe hîn bibin. Ew kesên wenda bûn, çi pê hat. Gelê başûr bi awayekî vekirî peyama yekitiya netewî dide.  Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinên kurd û rojhilata Navîn dikin ku jib o ev planên komployê  yên li ser gelan vala bê derxistin divê pêşengiyê bikin. Ancax bi wisa hêz derkeve holê û têkoşîn bê dayîn. “