Komkujiya Elewiyan li Amed, Dersim û Enqereyê hate protestokirin
Komkujiyên ku li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan hatine kirin li Amed, Dersim û Enqereyê hate protestokirin.
Komkujiyên ku li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan hatine kirin li Amed, Dersim û Enqereyê hate protestokirin.
Di çalakiyên li her sê bajaran hatin lidarxistin de, bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku “komkujî bên rawestandin”.
AMED: Li ber Qada Şêx Seîd daxuyanî hate dayîn. PSAKD, DEM Partî û ALIM DER beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî û NY’ê hate kirin ku bêdengiya xwe xira bikin. Hevseroka Şaxa PSAKD’ê ya Amedê Ayfer Artan bal kişand ser hemwelatiya wekhev a di nava sîstema netewa demokratîk de û diyar kir ku xwedî derketina li paradîgmaya Rojava, wê pêşî li azadiyê veke.
DERSIM: Platforma Ked û Demokrasiyê meş lidar xist. Bi sedan kes heta Qada Seyîd Riza meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu got, Elewî wê li hemberî zihniyeta yekperest serî netewînin.
ENQERE: HDK, DAD û DEM Partî li Cemxaneya Dayika Fatma kom bûn. Hevseroka DAD’ê ya Enqereyê Melahat Teke bal kişand ser komkujiya li hemberî Elewiyan hatî kirin û destnîşan kir ku divê qadên jiyana hevpar ên Elewî, Kurd û gelên din bên mezinkirin.