Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî salvegera sêyemîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya hevserokatiyê wiha ye:
"Di salvegera sêyemîn a komkujiya Şengalê de em vî sûcê li dijî gelê Kurd ê Êzîdî pêk hat bi tundî şermezar dikin. Ev komkujiya ku di encamê de bi hezaran jinên kurd, zarok û kalepîr bûne qurbanî û hîn jî xwîn ji birînê diherike ne tenê li dijî Şengalê pêk hatiye, lê belê li dijî koka resen a gelê kurd ku Şengalê nûnertiya wê dike, pêk hatiye.
Vê komkujiyê ji me re isbat kiriye ku gelê ne xwedî hêz be wê mehkûmê mirinê û qetilkirinê be.
Hêjaye em bibîr bixin ku sedemên ku hiştin DAIŞʹê bi hêsanî êrîşî gelê herêmê bike û însanên me qetil bike ew e ku hêza parstina herêmê nîn bû. Şengal bûye qurbaniya parçebûnên siyasî ku berê û hîn jî di nava tevgera siyasî ya kurd de heye. Eger hevkarî di nava hêzên Kurdistanî de wê demê hebûya dikarîbûn wê demê pêşî li komkujiyê bihata girtin.
Ji ber vê yekê ev komkujî li ser tevgerên siyasî yên kurd ferz dike ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin da ku Yekîtiye Neteweyî pêk were da ku careke din rê ji dijminên gelê kurd neyê vekirin ku komkujiyên nû pêk bînin. Her wiha li ser wan ferz dibe ku berxwedan û tekoşînê bikin da ku mafê gelê kurd ê êzîdî misoger bikin ku bi xwe rêveberiya xwe bê tu destwerdanên derve bikin. Ev gelê kurd gelek qurbanî dan û niha dem hatiye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Dem hatiye, kar were kirin ku mafê gelê me yê kurdên êzîdî li her derê lê dijî were misogerkirin.
Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên navdewletî dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Siyasî ya Meclîsa Şengalê, ku mafê vî gelê kevnar di aliyê siyasî, rêveberî û çandî de were misogerkirin. Di heman demê em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku bi hev re ji bo ji nû ve avakirina herêmê û vegera welatiyên koçber bûne kar bikin.
Bi salvegera komkujiya Şengalê ve girêdayî, ji bo bîranîna Şehîdan û tolhildana bi hezaran jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞʹê ve hatin revandin îro Cenga Mezin ji bo rizgarkirina Reqa tê lidarxistin. Reqaya ku DAIŞʹê kiribû sûka firotina jinên Ciwan ên Şengalê wê bi keda qehremanan û bibe goristana çeteyan."