Komkujiya Şengalê li Bremenê hate şermezarkirin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê meşiyan.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdistanî ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê meşiyan.
Bi banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li bajarê Bremen ê Elmanyayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Gelek Kurdistaniyên li Bremen û derdora wê dijîn, tevlî meşê bûn.
Meşê ji meydana Wall Zîegenmarktê dest pê kir û li meydana nêzî Parlamenta Eyaleta Bremenê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şengalê dest pê kir û piştre Serokê NAV-YEK'ê Zerdeşt Gunay axivî. Gunay got, "Birîna Şengalê hê nehatiye pêçandin. Ya ku birîna Şengalê bipêç e, civaka Êzidî ye."
Di dewama axaftina xwe de Gunay got, "Eger em dixwazin pêşî li komkujî û qirkirinê bigirin, divê em hevgirt û yekîtiya xwe xurtir bikin û hesabên erzan ên tên kirin pûç bikin. Yên ku di komkujiyê de em bi tenê hiştin, mafê wan nîne ku li ser navê mirovên me baxivin. Her wiha mafê wan nîne ku li ser axa me bijîn."
Li ser navê NAV-DEM herêma Bakurê Elmanyayê jî Saît Bîlgîn peyivî û bibîr xist, komek ji gerîla bi hezaran mirovên li Şengalê rizgar kirin.
Nûnerê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Eşref jî destnîşan kir, ku tevî barbarên DAIŞ'ê ew zîhniyeta ku li pêşberî vê komkujiya li Şengalê bêdeng mane, şermezar dikin.
Di mîtîngê de Parlamenterê Partiya Çep a Eyaleta Bremenê Dorîs Achelwîlm jî axivî û got, ew bi têkoşîna mafdar a gelê Kurd re ye.