Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê: Li mizgeftên AKP’ê Îslam tine

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku dixwazin Îslamê jî bikin amûra êrîşên bi ser Efrînê de û got divê her mirov ji mizgeftên AKP’ê yên ku propagandayên derveyî Îslamî lê têne kirin xwe dûr bigre.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk nirxandin kir.

Komîteya Gelan û Baweriyan bal kişande ser fermana Wezareta Karê Diyanetê ya Tirk, ku ferman dabû hemû mizgefan ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê sûreya Fethê bixwînin û got, ‘Dînê Îslamê jî kirin amûrê vê dagirkirinê’’

‘QUR’ANÊ JÎ DIKINE AMÛRA QIRKIRINÊ’

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi bîr xist ku beriya niha li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopyayê jî ayêtên Qur’anê kirine amûra siyaseta qirkirinê û niha jî dewleta Tirk bi heman mantiqê li Efrînê jî dijminatiyê bi Kurdan re dike, her carê dewleta Tirk û kesê li ser rêveberiya di êrîşên dagirkerî û tinekirina Kurdan de dînê Îslamê bi kar aniye û ev şibande pratîk Yezîd ku ji bo qesr û siltaniya xwe neviyê Pêxember Hz. Huseyîn û misilmanên li gel li Kerbelayê kuştin û got di sedsala 21’ê de ev di şexsê Erdogan û Bahçelî de tê teqlîtkirin.

Komîteya Gel û Baweriyan destnîşan kir ku li dijî wê helwesta ku dîn ji bo siltaniya xwe dikine amûr û ji bo vê siyasetê li mizgeftan propagandayê dikin helwesta Îslamê zelal e û mînak da ku dema minafiqan li nêzî Medîneyê xwestine ku vê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin ji wê Mescîdê re Quranê Mescîd-î Zirar gotiye û diyar kir Qur’an ji bo wan mizgeftên ku ziyanê didine Misilmanan, cihêtiyê dixe nav wan û mafan înkar dike Mescîd-î Zirar dibêje û wiha pê de çû, ‘’Hemû mizgefetên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku 21.01.2018’an di nimêja sibehê de ayetên Qur’anê lê hatine xwendin û şîrovekirin bûne Mescîd-Î Zirar. Qur’an bi rengekî vekirî emr dike ku li van mizgeftan divê nimêj neyê kirin.’’

‘DI MIZGEFTÊN DEWLETÊ DE ÎSLAM TINE’

KCK’ê bi berdewamî wiha bang kir: ‘’Em bang li hemû Kurdan dikin ku vê êrîşa dawî ya li ser xwe û welatê xwe bibînin û li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li wan mizgeftên ku bûne mekanên fetwayê yên bi hişmendiya Yezîd, li mizgeftên Dîyanetê nimêj nekin. Em bawer dikin ku nimêja li van mekanên ku bûne Mescîd-î Zirar li gorî hikmê Îslamê ne caîz e.’’ û wiha got, ‘’Banga me ji bo Kurdistaniyan ev e ku li van mizgefata nimêj nekin û zarokên xwe neşînin kursên cuda yên ku li van mizgefatan didin.’’

Komîteya Gelan û Baweriyan di daxuyaniya xwe de got Xwedê hemû rûzemîn ji bo kesên xwedî îman kiriye mescîd, ji bo vê jî her bihosta paqij a welêt mizgefteke û divê Misilmanên Kurdistanî mizgeftên xwe vekin, ne Îslama rast e ku li pişt wan kesên ku dewletê ew diyar kirine, meaş dide wan û her roj bi rengê cuda heqaretê dikin, nimêj were kirin û got yên ku ji bo talankirina xakeke dî ya gelê Misilman sûreya ‘Feth’ê dixwînin ne mela ne, ew gunehkar in ku ayetên Qur’anê difiroşin û ji bo vê jî bila Kurdistanî li dijî van memûrên dewletê li gorî dîn û heqîqetên qewmî bibin xwedî helwest.

BANGA JI BO MISILMANÊN TIRKIYEYÎ

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê herî dawî bang li Misilmanên Tirkiyeyî kir ku li dijî revdeyên faşîst, nîjatperest ku Îslamê dilewitînin li rex Kurdan bin û got, ‘’Tam îro dema wê ye ku li dijî siltaniya Muaviye pêdivî pê heye ku mirov bibe Ebû Zer. Em bawer dikin alimên dînî yên xwedî helwesta Ebû Zer li Tirkiyê û Kurdistanê hene ku li dijî yên ku baweriyê dikine sermiyana faşîzmê rawestin. Em bang li van aliman dikin ku li dijî êrîşên li ser pîroziyên gel zêdetir bihîstyar bin û li peywira xwe xwedî derkevin.’’