Komîteya Dîplomaasiya Hevbeş encamnameya xwe ragihand

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê encamnameya civîna xwe ya 16’an ragihand.

Civîna 16’an a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê 09.09.2018’an li navenda KNK’ê li Brûkselê pêk hat. Komîteyê diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhartin û bûyerên dawî yên li Kurditanê û Rojhilata Navîn, hewlwest û bandora hêzên mezin ên Cîhanî yên li herêmê ‘bi rengekî berfireeh hatine gengeşîkirin’.Komîteyê diya kir, ‘’ Heman demê de li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin.’’

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanê ev xalên li jêr pêşkêşî raya giştî kir:

1. Êrîşa dewleta Îran ê ya li ser baregehên HDK û HDK-Î, êrîşek hovaneye û bi çi awayî nayê qebûlkirin. Her wiha di heman rojê de sêdaredana sê ciwanên Kurd (Ramîn, Loqman, Zanyar), êrîşê berfirehtir dike û dijminatîya rejîma Îran ê  li dijê gelê Kurd dide nîşan. Rojek piştî serdana Recep Tayip Erdogan ya Tehran ê, ev êrîş çêbû. Hukûmeta Iraqê jî, li ser vê êrîşê bê denge. Ev jî dide xuyakirin ku dagirkerên Kurdistanê, dijê gelê me di nava tifaqê de ne. Em, vê êrîşê weke êrîşeke dijî mirovatîyê dibînin û rejîma Îran ê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em, ji HDK, HDK-Î, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re serxweşiyê û sebrê, ji birîndarn re jî şifayê dixwazin.

2. Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilata Kurdistanê daxwaz dikin ku nakokiyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtîyek xurt di nav xwe de pêk bînin. Her wiha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilata Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li rojhilat.

3. Başûra Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe. Başûra Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser karbin û sîstemek demokratîk bê avakirin.

4. Li başûra Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesîyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.

5. Dagirkerîya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskeftên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.

6. Em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî, piştevan û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Divê di warê dîplomatîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêde ne. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistanîyan.

7. Eve sê sal û şeş meh in, hevdîtin li gel Birêz Abdullah Ocalan hatîne qutkirin û eve du sal in jî, çi xeber jê nayêne girtin û dibin tecrîdek girankirî de ye. Em kampanya azadîya Birêz Ocalan destek dikin û çalkiyên dijê vê tecrîda girankirî silav dikin.

8. Em êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberîya Rojava cihê xwe digrin. Sêrî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.

9. Em hevldanên dewleta Tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografîya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku vî warîde xwedî helwest bin. Her wiha xwedî derketîna koçberên Efrînê, teybetî gelê me yê ku niha qempên Şehba de dimînin, karekî me yê serekeye ku em piştgirîya navneyeweyî ji bo wan pêkbînin.

10. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevanîya rêveberîya Bakura Sûrîyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberîya Bakura Surîyeyê bêne xurt kirin.

11. Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakura Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.

12. Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) da hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberîya Bakura Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakura Sûrîyeyê, wê van encaman nasnekin.

13. Ji bo zulma DAÎŞ’ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şengal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirakirin û Gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

14. Em piştgiriya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.

15. Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê da xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.

16. Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Her wiha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin. ‘’

Partî û Rêxistinên Siyasî yên ku di nav Komîteyê de cih digirin wiha ne:

1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê

2. YNK

3. PYD

4. GORAN

5. KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk Kurd– Ewropa)

6. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)

7. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî  Kumunîstî Îran)

8. HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)

9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)

10. KODAR

11. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava

12. PJAK

13. Yekgirtuyî Islamî Kurdistan

14. Nûnertiya HDP ya Ewropa

15. PÎK – Partîya Îslamîya Kurdistan

16. P.D.K.S (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrîya)

17. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan

18. PDK-S - El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Sûrîya)

19. Partîya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî

20. PDPK-S (Partîya Demokrata Pêşverû Kurd – Sûrîya)

21. Enstituya Kurdî ya Brukselê

22. Federasyona Êzidîyên Kurdistan

23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan

24. MŞD – Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat

25. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)

26. PYDK-S – El Wehde

27. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Sûrîya)

28.PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)

29.Partîya Keska Kurdistan (Rojava)

30.Hevpeymnaî Bo Demokrasî û Dadperwerî

31. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)

32. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd (Sûriya)

33. Partî Sebixweyî Kurdistan

34. Hevbendîya Êzidîyên Sûrîyê (HÊS)