Komîteya Amadekar: Kurd wê li hev bicivin!

Piştî ku destûr nehate dayin 26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bê lidarxistin, Kurdan û dostên wan biryar dan ku li Dusseldorfê mîtîngeke protestoyî li dar bixin.

Ji komîteya amadekar a mîtînga 8'ê Îlonê Jînda Denîz, qedexekirina festîvala li Dînslakenê weke "Qurbankirina Kurdan li siyaseta Elmanyayê" bi nav kir.

Denîz diyar kir ku wê li Dusseldorfê mîtîngekê li dar bixin û qedexekrina festîvalê şermezar bikin. Denîz got, "Tevî hemû astengiyan jî Kurd wê li hev bicivin. Em ê bi rengê festîvalê sibê li hev bicivin û nêzîkatiya Elmanyayê şermezar bikin."

Jînda Denîz da xuyakirin ku ew hewl didin bi lez û bez amadekariyên mîtîngê biqedînin û bang li gelê Kurd û hemû dostan kir: "Hêvîdar im ku wê bi rengê festîvalê bi xurtî tevlî mîtînga me bibin û nerazîbûna xwe nîşan bidin."