Komîsyona Şopandinê diçe Oremar, Cîlo û Satê
Komîsyona Şopandinê diçe Oremar, Cîlo û Satê
Komîsyona Şopandinê diçe Oremar, Cîlo û Satê
Komîsyona Şopandinê ya Geverê, ji bo vekişîna gerîla bi ewle pêk were, diçe hêrma Oremar, Cîlo û Satê.
Bi destpêkirina vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê ve, Komîsyonên Şopandinê dest bi xebatên xwe kirin. Komîsyona Şopandinê ya Geverê, ku ji saziyên sivîl pêk tê ji bo li cihê bûyerê çavdêriyê bike dê sibê biçin herêma Oremar, Cîlo û Satê.
Komîsyona Çavdêriyê ku ji nûnerên KCD, BDP, TZP-Kurdî, Navenda Çandê ya Gever, MEYA-DER, TUHAD FED İû Komeleya Çiyayê Cilo, Kooperatifa Jinan, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Akademiya siyasetê ya BDP'ê, nûnerê Azadiya Welat û gelek dildaran pêk tê, daxuyanî da û diyar krin ku dê di 13'ê Gulanê de biçin Oramar Cilo Satê.
Komîsyonê da zanîn ku ji bo geşedanên wekî salên 1999'an dubare nebin dê çavdêriyê bikin.