Komîsyona Çareseriyê li Cizîr û Eskîşehîrê ye
Komîsyona Çareseriyê li Cizîr û Eskîşehîrê ye
Komîsyona Çareseriyê li Cizîr û Eskîşehîrê ye
Komîsyona Çaresiriyê ya Meclisa Tirk xebatên xwe li navçeya Cizîr ya Şirnexê û Eskîşehîrê destpê kir.
Komîsyona Çareseriyê ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Nîsana borî de bi biryara Meclisa Tirk hatî avakirinê, di sala nû ya zagonê de dest bi kar kir.
Heyeta destpêkê ya Komîsyona Çareseriyê çûn navçeya Cizîr ya Şirnexê û Eskîşehîrê.
Heyeta ku çûyî Cizîrê wê piştre derbazî Şirnex, Wan û Colemêrgê bibe. Heyeta Cizîrê ji Parlementerê Êlihê yê AKP'ê Ziver Ozdemir, Parlementerê Amasyayê yê AKP’ê Nacî Bostanci, Parlementerê Semsûrê yê AKP’ê Mehmet Metiner, parlementerê Amedê yê AKP’ê Mehmet S. Hamzaogulları, parlementerê Bedlîsêyê BDP’ê Husamettin Zenderlioglu û parlementerê Wanê yê AKP’ê Fatih Çifti pêk tê.
Heyeta ku çûyî Eskîşehîrê bi serdana Walî dest bi xebatên xwe kir. Wê heyet li gel malbata leşkerekî di şer de jiyana xwe ji dest dayî, birîndarekê û malbata 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dayîn hevdîtinê bikin.
Wê Komîsyon hevdîtên li gel malbatan bike rewşa raporekê, wê pêşkêşî komîsyona çareseriyê bike.
Komîsyona Çareseriyê ya demê borî ya Meclisa Tirk, gelek kesên wek Desteya Pêşîlêgirtina êşkenceyê (CPT)Prof. Dr. Yakin Erturk, ji Delegasyona Meclisa Aştiyê û Keskan û Rêveberên Partiya Çepan Saruhan Oruç, akademisyen Ozgur Sevgî Goral, ji Damezirênerê Navenda Edalet û Heqîqetê a Hafiza Murat Çelikkan, Serokê ÎHD Ozturk Turkdogan, Serokê Giştiyê HEP’ê ya hatî girtin Ferîdûn Yazar, Leşkerê di dema xebatê de siqetbûyî Murat Caner û ji Zanîngeha Dêrsimê, Serokê Beşa Sosyolojî Alîkar. Doç. Dr. Elî Kemal Ozcan di nav de guhdar kirî ne.