Komên çekdar êrîşî gundên kurdan kirin

Komên çekdar êrîşî gundên kurdan kirin

Komên çekdar êrîşî gundên Salihiyê û Melle Nûrî kirin. Koma çekdar jin û zarok bi darê zorê  ji gund derxistin û malên welatiyan wêran kirin.

Çavkaniyên ji gundên Salihiyê û Melle Nûrî yên 20km  dikevin başûrê Serêkaniyê ji ANHA’yê re diyar kirin ku komeke çekdar ku alên li ser nivîsîbûn "Elah û Ekber" hilgirtibûn, êrîşî gundên wan kirin. Zarok û jin bi darê zorê ji gund derxistin û malên welatiyan wêran kirin. Gundiyan diyar kirin ku, komên çekdar ên ku dest danîne ser Salihiyê û Melle Nûrî, xwe amade dikin ku êrîşî gundê Xirbedibis bikin.