Komeleya Redkarên Wijdanî tê avakirin!
Komeleya Redkarên Wijdanî tê avakirin!
Komeleya Redkarên Wijdanî tê avakirin!
Li Stenbolê redkarên wicdanî û dij mîlîtarîst Komeleya Redkarên Wijdanî ava dike. Ogur Sonmezê ku bi awayekî aktîf tevli avabûna xebatên komeleyê dibe got: “Sedeme me ya avakirina komeleyê eve ku em bi redkarên wijdanî yên girtîgehê de bibin piştevanî.
Tirkiyeyê ligel ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye jî mafê redkariya wijdanî nade nasîn. Redkarên wijdanî li hemberî Tirkiyeyê têdikoşe û niha hewl dide komeleyê vebike. Tê hedefkirin ku di lijneya damezrînerên komeleyê de 100 kes hebin. Avabûna lijneyê jî dê bibe hefteya Redkarên Wijdanî.
Redkarên wijdanî Alî Fîkrî Işik, Dogan Ozkan, Halîl Savdai Ercan Aktaş, Muhammed Serdar Delîce, leşkerê berê dîl hatibû girtin Îbrahîm Yaylali, Oguz Sonmez, Ugun Bîlkay di nava damezrîneran de cih digire.
Oguz Sonmez di derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û pirs bersivandin.
We çawa biryara vakirin komeleya redkarên wijdanî da? Kîjan pêvajo ji bo avabûna komeleyê wisa bi bandor bû?
Hewldanên me yên komeleyê ji berê de bûn. Lê ji ber provakasyon û kêmasiyan çênebû. Bi taybet em ji bo piştevaniya hevalên xwe yên girtî vê ava dikin. Wek tê zanîn ku redkarên wijdanî heta îro li girtîgehên leşkerî rastî her cureyê şîdetê tên. Her çiqas em xwedî lê derketibin ev pirsgirêk berdeawm kiriye. Bi taybet di dema dawî de em qet li Alî Fîkrî Işik hat girtin xwedî dernektin. Dema ji girtîgehê derket derve di civînê de fikra xwe ya avabûna komeleyê avêt holê.
Ev çiqas deme hun bo avabûna komeleyê dixebitin? Avabûna wê hun dê kengî aşkera bikin?
Ev nêzî mehekêye em xebatên komeleyê dimeşînin. Em dê 15’ê Gulanê bikin Roja Redkarên Wijdanî yên Cîhanê. Di 18’ê Gulanê de em panelê pêk bînin û ji rayagiştî re aşkera bikin.
Hûn helwesta Tirkiyeyê ya di mijara redkarên wjcdanî çawa dinirxînin?
We tê zanîn Tirkiye endamê konseya Ewropayê ye. Tirkiye di nava 47 welatên endam de yekane welatê ku di makeqanûna xwe de cih nade redkariya wijdanî. Di 2006’am DMME’ê di doza Osman Murat de Tirkiye mahkum kir û banga guhertina kanûnê lê kir. Ligel ku biryar hebû ku divê Tirkiye vê pêk bîne jî, pêk neanî. Ligel hemû hewldanan tu tiştek nahat kirin. Ev jî tê wateya binpêkirina qanûn û tune hesibandina Konseya Ewropayê.
Komele dê çi faliyetan bimeşîne? Hun dikarin di derbarê xebatan de agahiyan bidin?
Komele destêpêkê dê van neheqiyan û bêhiqûqiyan derxîne holê. Dê rayagiştî bike nava tevgerê. Zilm û zordarî li ser redkarên wijdanî tê kirin. Em dê bi wan re di nava piştevaniyê de bin. Em mexdurên leşkeriya bi zorê ne. Em ji hemû mafan bêparin. Komele dê li dijî van têbikoşe. Dê jiyaneke aştiyane hedef bike.”