Komeke çekdar ciwanek Kurd girt û îşkence kir
Komeke çekdar ciwanek Kurd girt û îşkence kir
Komeke çekdar ciwanek Kurd girt û îşkence kir
Komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad li bajarokê Heyanê ciwanê Kurd ê bi navê Nûr (21) dema ku ji bajarê Efrînê diçû bajarê Helebê girtin û îşkence kirin.
Ciwanê bi navê Nûr ji ANHA’yê re diyar kir ku, dema ji bajarê Efrînê diçû bajarê Helebê komeke çekdar li bendeke kontrolê ya bajarokê Heyanê bi darê zorê ew ji otobusê daxistine û birine cihekî nediyar û bi awayekî hovane îşkence li wî kirine.
Nûr dibêje, ew li ser esasê ku bi YPG’ê re di nava têlikiyan de ye îşkence kirine û wiha domkir: “Hejmarekî ji endamên koma çekdar li ser esasê ku ez bi Yekîneyên Parastina Gel re di nava têkiliyê de me lêpirsîn li min kir û rojeke sax ez di bin îşkenceya wan de bûm û piştre ez berdam.”
Hêjayî gotinê ye ku, Artêşa Azad bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re peyamek îmze kiribû ku welatî ji aliyê wan û komên çekdar ên girêdayî wan ve neyên girtin.