KOMAW: Erdogan wê bibe mezintirîn têkçûyiyê Efrînê!

KOMAW got dewleta Tirk wê ji êrîşên bi ser Efrînê de ti encamê nestîne û got, ‘’Artêşa Tirk û çeteyên wê, wê têkçûna mezin bijîn û Efrîn weke Vîetnameeke nû wê tevlî nav rûpelên dîrokê bibe.

Malbatên Şehîd û Windayan a Ewropayê (KOMAW) derbarê êrîşa dewleta Tirk a bi dagirkeriyê daxuyaniye nivîskî da.

‘VÎETNAMEKE NÛ ..’

KOMAW’ê di daxuyaniya xwe êrîşa bi hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û got, ‘’Li dijî zilma DAÎŞ’ê şervanên azadiyê yên Kurd û têkoşîna rûmetê ya gel çawa ku duh li Kobanê li dijî faşîzmê bû Stalîngrad û berxwedaniya dîrokî nivîsî be, îro jî li Efrînê artêşa Tirk û çeteyên wan wê têkçûna dîrokî bijîn û weke Vîetnameke nû tevlî nav rûpelên dîrokê bibe.’’

BANG

KOMAW’ê her wiha bang li Kurdistaniyên li Kurdistanê û Ewropa kir ku li dijî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta Tirk a dagirker bi giyanê yekîtiya netewî rabin ser piyan, berxwedaniya giştî nîşan bidin, bi giyanê berxwedanê yê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin û dewleta Tirk a mêtinger û faşîzma Erdogan têk bibin.