KOMAW'ê ji bo Başûr û Rojhilat dest bi kampanyayê kir

KOMAW’ê bang li gelê Kurd kir li xwe tevlî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Başûr û Rojhilat bikin, ku di erdhejê de ziyaneke mezin dîtin.

Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) derbarê erdheja li Başûr û Rojhilat kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.

KOMAW’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser giraniya bobelatê û got, ‘’Gelê Kurd bi hîsên welatparêziyê divê vê êşê par ve bike û li hev xwedî derkeve. Ji bo ku birînên ku vebûne werin pêçan û barê vê hilweşandinê were rakirin gelê me divê pir bihîstyar be.’’

‘BI GIYANÊ SEFERBERIYÊ EM LI HEV XWEDÎ DERBIKEVIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gel divê seferber bibe û wiha hate gotin: ‘’Ji bo mirovên me yên ku di erdhejê de ziyana mezîn dîtine em li tevahiya Ewropayê kampanyaya alîkariyê didin destpêkirin. Di serî de malbatên şehîdan û nebediyan, gelê me yê welatparêz ê li Ewropa divê em êşa gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê ya ji ber erdejê hîz bikin, ji hêla madî û manewî em li gelê xwe xwedî derbikevin û xebatên alîkariyê bi rengekî çalak bikin.

Ji bo vê em bang li gelê xwe dikin ku bi rihekî seferberbûyî li hev xwedî derbikevin û xwe tevlî nav kampanyayê bikin.’’