Koma gêrîlayan ya duwemîn jî sînor derbaz kir

Koma gêrîlayan ya duwemîn jî sînor derbaz kir

Gêrîlayên HPG’ê ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe, biryara vekişînê dayî, di vê çarçoveyê de koma duwemîn ya 17 gêrîlayî îro derbazî Herêmên Parastina Medyayê bû.

Gêrîlayên HPG’ê ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8’ê Gulanê û vir ve dest bi vekişînê kirin, îro di demjimêrên sibehê de koma duwemîn ya gêrîlayên HPG’ê ya ji 17 gêrîlayan pêkdihat derbazî Başûrê Kurdistanê Herêmên Parastina Medyayê bûn. Koma gêrîla ya di bin fermandariya Seyda Gabar û Sosin Alan ku ji herêma Botanê hatin ya 10 jê xort û 5 jê jin, li gel du qûryeyan derbazî Herêmên Parastina Medyayê bûn.

Duh jî koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê ya 15 gêrîlayî bi meşa 7 rojan ji Wanê hatin, derbazî herêma Metînan ya Herêmên Parastina Medyayê bibûn.