Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) têkildarî nerazîbûnên gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da. KODAR’ê ragihand ku ev nerazîbûnên niha berdewamiya serhildan û raperînên ji hev nayên veqetandin ên ji bo bidestxistina azadî û edaleta civakî ya di çarçoveya demokrasiyê de ne.
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) piştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman û wiha got: “Dema pirsîna hesabê gendeliya Îranê hatiye. Berdewambûna nerazîbûnan dikare bibe sedema rêgezeke demokratîk û azadîxwaz.’’
KODAR’ê diyar kir ku nerazîbûnên sivîl ji bo civakê siûdeke mezin e û dikare bibe sedema bidestxistina hedefên mezintir.
KODAR’ê têkildarî rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî wiha ev tişt dan xuyakirin: “Ew nakokiyên hikûmetê yên li gel civaka sivîl a azadîxwaz di dawiyê de wê bigihe xaleke veneger a ji bo pirsîna hesab bi rêya serhildana demokratîk. Weke alternatîf û modelee guncav em xwerêveberiyê ji bo civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê guncav dibînin. Em piştgiriya hemû nerazîbûnên bi armanc ên civakê, bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê dikin.”