Kocaman: Fikarên me zêde dibin, bila tecrîd bi dawî bibe!

Yek ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de ye Îsmaîl Kocaman e. Bavê Kocaman Hasan Kocaman got, "Her roj tirs û fikara me malbatan zêde dike" û xwest, tecrîd bi dawî bibe.

Îsmaîl Kocaman ê 35 salî yê li Girtîgeha Girtî ya Bolûyê ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û dixwaze tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Malbata Kocaman ku berî 40 salan ji Amedê koçî Edeneyê kir, li vê derê partî nas kir. Hasan Kocaman diyar kir ku kurê wî Îsmaîl heta pola dawî ya zanîngehê xwend û got, "Piştre nexwest bidomîne û dest jê berda. Beşa Îngilîzî dixwend. Piştî ku dest ji dibistanê berda, bi min re di karê înşaetê de jî xebitî. Ji bilî kar bala wî li ser xebatên ciwanan û pirtûkan bû. Me li Silêmaniyeyê (Başûrê Kurdistanê) karek dît. Em bi hev re çûn. Kurdên li wê derê dît. Dît ku Kurdên li wê derê hîn bi rengekî azad bi kevneşopiya xwe dijîn. Ji ber ku em li welatê xwe nikarin bi wî rengî bijîn, gihîşt wê baweriyê ku di vê oxirê de divê têbikoşe."

Îsmaîl Kocaman zewiciye û bavê 2 zarokan e. Ji ber ku li Silêmaniyeyê dixebitî gelek caran ji Tirkiyeyê derdiket û vedigeriya. Çûn û hatina wî ya ji bo kar weke hincet hate nîşandan û ew hate girtin. Kocaman ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Kocaman di hevdîtina dawî de ya bi bavê xwe re ragihand ku rewşa wan êdî cidî bûye û ji 10 saniyeyan bêhtir nikarin li ser piyan bimînin.

Bav Kocaman got, "Bi navê malbatê em bang li Wezareta Karên Hundir, Wezareta Edaletê dikin, bang li hikumeta heyî dikin; Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila mirov nemirin. Çalakî didome û her roj ji bo me malbatan dibe sedem ku tirs û fikarên me zêde bibin. Ew mafên xwe yên qanûnî diwazin, tiştekî zêde naxwazin."

Kocaman diyar kir, ew gelekî bi rewşê diêşin û got, "Yên li wir hemû zarokên me ne, xwişk û birayên me ne. Dilê me li ser hemûyan diêşe. Di nava çar dîwaran de ji ber ku ji bilî bedena wan tiştek di destê wan de nîne, bedena xwe dane ber birçîbûnê. Bila hikumet û Wezareta Karên Hundir nebêje ku cema cenaze ji girtîgehan derket wê her tişt biqede. Berevajî, wê dijminê wan zêdetir bibe. Destûrê nedin vê yekê, heta ku ev polîtîkaya dewletê bidome wê ev gel jê nefretê bike. Em bang li saziyên pêwendîdar dikin; divê tecrîd bi dawî bibe, grevên birçîbûnê bi dawî bibin."