Koç bang kir: Bila her kes berê xwe bide Brukselê
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, ji bo meş û mîtînga 27'ê Sibatê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, ji bo meş û mîtînga 27'ê Sibatê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kir.
14 Kurdistanî 72 roj in li Strasboûrgê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Yek ji berxwedêran jî Yuksel Koç e. Tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e jî koç derket pêşberî kamerayê û ji bo çalakiyên li Bruksel û Kolnê banga tevlîbûnê kir.
Koç got, "Bi navê KCDK-E'yê bang li gelê me û dostên me yên li Ewropayê dikim ku 27'ê Sibatê tevlî meş û mîtînga navendî ya li Brukselê bibin."
Koç got, wezîfeyeke ku dengê berxwedêrên greva birçîbûnê bigihînin Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê. Koç got, "Bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin."
Koç bi bîr xist, çalakiya 27'ê Sibatê wê li ber Parlamenta Ewropayê pêk were, lewma girîng e û wiha dewam kir: "Êdî asta krîtîk jî derbas bûye. Guven 111 roj, Yagiz 98 roj, berxwedêrên li zindanan 73 roj, ên li Stasboûrg û Gallerê jî 73 roj in di greva birçîbûnê de ne."
Koç got, "Eger em naxwazin tiştekî neyînî rû bide, divê her kes têkoşînê mezin bike. Heta niha li qada navneteweyî, Kurdistanê û hin herêman baldariyek çêbû, lê belê saziyên pêwendîdar hîn bêdeng in."
Koç diyar kir, ji ber vê yekê her kes divê tevlîbûna li meşa 27'ê Sibatê ji bo xwe weke wezîfeyekê bibîne, bi xwe tevlî bibe, yên li derdora xwe jî tevlî bikin û got, "Yên ku îro tiştekî nekin bila sibê nekin waxwax. Bêguman eger şehadet çêbibe wê rejîma Erdogan jê berpirsyar be, lê belê yên ku bi berpirsyariyên xwe tevnagerin jî wê ji vê yekê berpirsyar bin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê, her kesên xwedî wijdan û bi rûmet divê berê xwe bidin Brukselê û dengê berxwedêran li her cihî bidin bihîstin."
Koç herî dawî meşa 2'ê Adarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bi bîr xist û got, "Ji bo bidawîkirina bêdengiya dewleta Elman, divê gelê me yê li Elmanyayê wê rojê Kolnê bikin qada berxwedanê."