Kobanê zeytûnên xwe diçine

Kobanê zeytûnên xwe diçine

Li herêma Kobanê demsala çinîna zeytûnan destpê kir, lê hilbirîna îsal ji nîvî kêmtir bû.

Darên Zeytûnê ku  pirranî li herêma Efrînê tê çandin, ji 10 salan û vir ve li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Li herêma Kobanê tevî gelek astengiyan jî zeytûnê li rojhilat û rojavayê herêmê tê çandin. Ji ber ku axa herêma Kobanê bi kêrî çandina zeytûnan nayê, çotkar hewil didin ku bi alîkariya zibil û avdanê hilbirîna xwe baştir bikin.

Cotkarên Kobanê diyar kirin ku ji ber buhabûna sotemeniyê û tunebûna zibil hibirîna wan a îsal li gorî salên berê ji nîvî kêmtir e. Cotkaran da zanîn ku salên berê ji 3 kîlo zeytûn lîtrek zeyt çêdibû lê, îsal hilbirîna zeytê ji nêvî kêmtir e.

Jiber ku li herêma Kobanê kargehên çêkirina zeytê tunene, cotkaran zeytûnên xwe dibirin kargehên li bajarê Minbic û Sirînê, lê îsal jiber ku komên çekdar rê girtine û rêwiyan talan dikin, cotyaran jî nikarin zeytûnên xwe bibin kargehan.