Koalîsyona Navneteweyî sersaxî da QSD’ê: Fedakariyên şehîdan wê neyên jibîrkirin

Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî ji bo 9 şervanên QSD’ê yên şehîd bûne peyama sersaxiyê weşand.

Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî daxuyanî li ser rûpelên xwe ya facebook û twîtterê weşand. Fermandariyê ji ber şehadeta 9 şervanan a di qezaya helîkopterê de sersaxî ji QSDʹê re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em sersaxiyê ji şirîkên xwe QSDʹê û malbatên lehengên ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.  Em vê êşa kûr bi malbat, hezkirî û hevreyên şehîdan re parve dikin. Fedakariyên wan ên di xizmeta welat de û karên wan ên domdar ên ji bo parastina ewlehî û istiqrarê li Sûriyeyê nayê jibîrkirin."