KNK: Tirkiyê bi xwe sînorê xwe bê ewle kiriye
KNK: Tirkiyê bi xwe sînorê xwe bê ewle kiriye
KNK: Tirkiyê bi xwe sînorê xwe bê ewle kiriye
Konseya Rêveber a KNK’ê, bi daxuyaniyekê êrişên bombeyî yên li Reyhanliyê şermezar kir. KNK’ê bal kişand ser polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk û destnîşan kir, ku dewleta Tirk sînor bi destê xwe xistiye nav lepên komên çekdar û bê ewle kiriye.
Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK’ê, bi wesîleya êrişên bombeyî yên li navçeya Hatay Reyhanliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev êrişên ku di encamê de nêzî 50 kesan jiyana xwe jid est dan û bi sedan kes birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.
KNK’ê ev êrişên hovane weke dij-mirovahî bi nav kir û sersaxî ji xelkê Reyhanliyê xwest û daxwaza saxiya birîndaran kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Tirkiyê ji ber van êrişan û ev xal destnîşan kir; ” Dewleta Tirkîyeyê dijî rejima Sûrîyeyê cepheyê şer û têkvedanê ji Kurdistanê daye vekirin. Hejmareke bilind ya grûbên islamîst înan li ser tixûban bi cih kirin, ji sîlehên giran bigirin heta hemû pêdivîyên jîyanê dane van grûban. Van grûbên kevneperest êriş înane ser bajêr û bajêrkên Kurdistanê û xwastin li Rojavaya Kurdistanê provakasyonan bikin û navçeya ku ji teref rêvebirîya polîtîk ya Rojavayê ve hatîye aram kirin sabote bikin, arêşeyê derêxin û di encam da nehêlin ku Kurd li ser axa xwe jîyana xwe biparêzin û organîze bikin. Dewleta Tirkîyeyê hêj jî vê êrişkarîya xwe bi destê van grûbên çekdar dide domandin. Tixûbê Rojavaya Kurdistanê ji alîyê Dewlete Tirkîyeyê ve hatîye ”destabîlîze” kirin û hemû grûbên çekdar bi rehetî hespê xwe dibezînin. ”
KNK’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirkiyeyê bi polîtîka xwe ya şaş ev sertixûb bê ewle kirine û dayîne ber destê grûbên çekdar yên islamîst.
KNK’ê bang li dewleta Tirkiyê kir ku rêzê li desthilat û rêvebirîya Kurdistaniyan li Rojavaya Kurdistanê bigire û got, statuya wan qebûl bike hem tixûb dê bigihine ewlehîyê û hem jî dê rê li ber van kiryarên xembar bête birîn.