KNK’ê serketin ji PYD’ê re xwest
Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî diyar kir ku ew kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî diyar kir ku ew kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad û Ahmet Karamûs bi peyameke nivîskî diyar kirin ku ew kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîroz dikin.
Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin.
“Ji Hevserokên Partiya Yekîtîya Demokratîk (PYD), rêzdar Ayşe Hiso û ji rêzdar Enwer Muslim re,
Bi minasebeta hibijartina we ya ji bo Hevserokatiya PYDê, em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, we pîroz dikin û serkeftinê ji bo we dixwazin.
Kongreya we ya 8’emîn di demeke gelek nazik, hesas û grîng de, bi dirûşmeya "Bi yekîtîya demokratîk em ê dagirkerîyê têk bibin, rêveberiya xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" pêk hat û kongreya xwe bi serkeftî encam da. Em baş pê serwextin ku, ligel dirûşmeya kongreyê, we pirsên siyasî, civakî û rêxistinî jî xistibûn rojevê û encamên baş dan. Di heman demê de pirsa xurtkirina kar û xebata yekîtîya netewî jî di rojeva kongreyê de hebû û baweriya me ev e kû kongreya we biryarên bo berjewendiyên gelên Kurdistanê encam dabe.
Em gel di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng de derbas dibin û ji ber vê egerê pirsa pêkanîna yekîtîya neteweyî bo me gelekî girîng e. Pêwîst e em bi her awayî ji bo xurtkirina yekîtîya neteweyî û yekrêzîyê, kar û xebata xwe bihêztir bikin û bikevin nava seferberiyê da ku em destkeftin û serkeftinê misoger bikin. Hêvîya me ev e ku bi pêşengiya we û partiya we ku xwedan projeyên çareseriya siyasî ye, bibe pêşeng û hêviya gelê me û gelên herêmê.
Em careke din pîrozbahiyê li we dikin û serkeftinê ji we re dixwazin.”