KNK'ê peyama serxweşiyê ji bo Ezîz Mihemed da
KNK'ê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Ezîz Mihemed peyama serxweşiyê da û got, "Cih û şûneke vala û diyar wê li pey xwe bihêle."
KNK'ê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Ezîz Mihemed peyama serxweşiyê da û got, "Cih û şûneke vala û diyar wê li pey xwe bihêle."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber wefata Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Ezîz Mihemed peyama serxweşiyê da û got, "Cih û şûneke vala û diyar wê li pey xwe bihêle."
KNK'ê di peyama xwe de got, "Ezîz Mihemed, zêdetir ji 70 salên jiyana xwe ji bo azadî û mafperwerî û wekheviya mirovatî, civaka Iraqî û gelê Kurdistanê mezaxt û xebat kir. Di jiyana xwe ya xebat û tekoşînê de nexweşî û astengî û zehmetî kişand û ked da. Di zindanê de ma û zehmetî dît. Ti carî milê xwe ji bin barê giran ê xebat û tekoşîna bizava rizgarîxwaziya gelê xwe dernexist. Weke kesatiyekî xwedî rêz û siyasetvanekî aştîxwaz dihate nasîn. Piştî koça xwe, wî biyografiyeke zengîn pêşkeşî dîroka xebat û bizava azadîxwaziya mirovatî û Kurdistanê kir.
Şad û azad û serferaz be giyanê Ezîz Mihemed. Em KNK sersaxiyê ji xwe, gelê Kurdistan, partiya Komunîst ya Iraq û Kurdistanê dikin û ji malbat û dost û hevrêyên wî re sebr û hedarê dixwazin."