'Êrîşa rejîmên dagirker, yekîtiyê li ser hêzên Kurdistanê ferz dike'

KNK'ê diyar kir ku êrîşa doh a rejîma Îranê ya li Hewlêrê nîşan da ku hêzên dagirker ti cudahiyê naxe navbera Kurdan û bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî kir ku ji bo yekîtiya neteweyî bi lezgînî gavên cidî biavêjin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser bomberdûmana rejîma Îranê ya 8'ê Îlonê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî 2 barehên HDK û HDK-Îranê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de gotin, rejîma Îranê ku ji ber aloziya navxweyî û krîza li qada navneteweyî li ber herifînê ye, bi êrîşa li ser gel û hêzên Kurd dixwaze hêz û desthilata xwe nîşan bide.

REJÎMÊN DAGIRKER ÊRÎŞA LI SER GELÊ KURDISTANÊ BI ERKA XWE YA SEREKE ZANIN

KNK'ê destnîşan kir ku vê êrîşê careke din raxistiye pêş çavan; rejîmên dagirker ên li Kurdistanê di nava her rewş, krîz û arîşeyê de êrîşkirina li ser gel û xebatkarên Kurdistanê bi erka xwe ya sereke zanin.

KNK'ê bi bîr xist, dewleta Tirk ku di nava rewşeke nerehet a aborî, civakî û siyasî de ye, beşek ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û bi her awayî hewl dide destketiyên gelê Kurdistanê ji nav bibe.

KNK'ê diyar kir ku li aliyê din jî rejîma sêdarê ya Îranê, li gel qeyranên xwe yên navxweyî, herêmî û navneteweyî, darvekirina çalakvanên Kurd, bomberdûman û êrîşa li ser bingeh û bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li başûr didomîne.

DAGIRKER TI CUDAHIYÊ NAXE NAVBERA KURDISTANÊ

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin, êdî ti şik û guman nemaye ku dagirker ti cudahiyê naxin navbera Kurdistanê û bi her şêweyî êrîşên xwe didomînin.

KNK'ê diyar kir ku bûyerên diqewimin rastî û pêdiviya bi bi yekîtiya neteweyî radixin pêş çavan û ji hemû partî û hêzên Kurdistanî xwest ku di vî warî de bi lezgînî gavên cidî biavêjin.

LI DIJÎ HÊZÊN REJÎMÊN DAGIRKER BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ HATE KIRIN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de êrîşa rejîma Îranê ya li ser baregehên Hizda Demokratîk a Kurdistanê û Hiza Demokratîk a Kurdistanê li Îranê bi tundî şermezar kir.

KNK'ê hemû şehîd bi rêzdarî bi bîr anî, sersaxî ji gelê Kurdistanê, kesûkar, malbat û hevalên şehîdan kir, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest."

Di dawiya daxuyaniyê de KNK'ê careke din banga yekîtiya neteweyî kir.