Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata lîderê olî yê civaka Êzidî Bavê Şêx peyamek weşand.
Peyama KNK'ê wiha ye:
"Em bi koça dawiyê ya Bavê Şêx, serokê civata rûhî ya êzidiyan û Extiyarê Mergehê pir xemgîn bûn. Bavê Şêx di sala 1933 yan de hatiye dinyayê, wate li rêkeftî 01.10.2020 di 87 saliya xwe da, li nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê qedem guhest û koça dawiyê kir.
Şêx Xirto Hecî Ismail sala 1995 pileya Bavê Şêxiya Êzidiyan werdigre. Ew ji malbatek Kurdperwer e. Bavê wî (Şêx Heciyê bavê Şêx), yek ji endamên çalak yên komeleya Hîwa bû, beşdariyek aktîv di şoreşa rizgarîxwaziya Kurdistanê de kiriye. sala 1975 rejîma bexda malbata wî desteser dike û wan sirgûn û derbeder dike.
Ew birayê Şehîd Hisên bavê Şêx e, ku yek ji endamên konseya serokatiya Yekêtî Niştimanî Kurdistan bû û sala 1978 wî li çiyayên Hekarîyê giyanê xwe ji dest da bû. Birayê wî Ido Bavê Şêx jî, bi salan endametiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kiriye.
Bavê Şêx yek ji simbolên bi hev re jiyan û xweşbîniyê bû. Li Kurdistanê, ji bo tifaq û tevahiyê pêwîstiya civaka me her tim bi kesayetiyên mîna Bavê şêx heye. Qedem guhestina Bavê Şêx, ji bo me, ji bo gelê me, jibo civaka Êzidî windayîyek mezine. Cihê wî Bihişt be.
Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di serî de serxsaxiyê ji civaka Êzdî, tevaya kurdistaniyan û taybet malbata Xwedê jê razî re dixwazin."