KNK’ê ji bo malbata Celîl Gadanî peyama sersaxiyê da

KNK’ê bi peyamekê ragihand ku bi wefata Rêveberê Hîzba Demokrat a Kurdstan (HDK) Celîl Gadanî xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji bo hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê re xwest.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê sersaxî li HDK’ê û malbata Celîl Gadanî da.

Peyama KNK’ê wiha ye: “Xebera xembar û dilsoj ya wefata Rêveberê Hizba Demokrata Kurdistanê - HDKê Birêz Celîl Gadanî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Bîrêz Celîl Gadanî, li Rojhilatê Kurdistanê, ji serdema Komara Kurdistanê û heta niha, di nava xebat û siyaseta Kurdistanî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Celîl Gadanî, ji ber xebata xwe ya siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û 13 sal di zîndanên Îranê de ma. Piştî têkçêna rejîma Şah, di nav refên şoreşa Kurdistanê de, di asta jor de cihê xwe girt û li hemî qadên welat û derveyî welat xebatek berfireh meşand.

Birêz Celîl Gadanî, bi temenê xwe yê dirêj herdem di nava siyaseta Kurdistanî de cihê xwe girt û ji bo yekîtîya neteweyî jî kar kir. Gelek caran tevlî civîn û semînerên KNK’ê jî bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayiyek mezine.

Em ji ber wefata Birêz Celîl Gadanî gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.”