KNK’ê encamnameya civîna xwe ya 5’ê Tebaxê eşkere kir
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encama civîna xwe ya di 5'ê Tebaxa 2017’an de eşkere kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encama civîna xwe ya di 5'ê Tebaxa 2017’an de eşkere kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encama civîna xwe ya di 5ê Tebaxa 2017’an de bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Daxuyaniya KNK’ê wisa ye:
"Di civînê da nirxandina pevajoya siyasî di xalên girîng yên stratejîk û peywendîdar bi doza gelê Kurdistanê û li ser rewşa cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Di rewşa şer û pevçûnên Rojhilata Navîn de, cîhê ku şoreş, demokrasî û azadî tê peşxistin û nirxên mirovatiyê jê tên parastin û avakirin, Kurdistan e. Bi vê rastiya xwe, Kurd wek hêzek girîng di rojeva dost û dijminan de ye. Zor ji dewletên cîhanê, Kurdan êdî wek hebûnek di navçeyê de dest digirin. Her wiha hezên demokratîk bi tekoşîna gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê wek hêza hîvî û ûmîdan dibînin.
Kurd di qonaxa nû ya Rojhilata Navîn de, statû, nexşerê û sîstemên taze tên sazkirin û derfetên dîrokî bi dest xistine. KNK’ê ji bo ku Kurd wan derfetan bikaribin bi kar bînin, di wan demên dawî de lez daye kar û xebatên xwe ji bo avakirina yekîtiya neteweyî. Di serî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de KNK bi hemû aliyên siyasî re, rêxistinên sivîl û kesatiyên Kurd re hevdîtin pêk aniye. Her weha banga xurtkirina yekîtiya neteweyî daye. Wek qonaxek girîng û hestiyar jî encama wan karan bi beşdariya piraniya hezên neteweyî û niştîmanî li encamdana Şêwira Neteweyî ya di 15 û 16’ê Tîrmehê li Silemaniyê, wek gavek girîng pêk aniye. Konseya Rêveber encamên Şêwira yekîtiya neteweyî ya Silemaniyê wek bingeha plansaziya xwe destnîşan kir û di vê çarçoveyê de Konseya Rêveber biryara pêkanîna Şêwiran li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat teqez kir.
Îro li Rojhilata Navîn Kurd bi berxwedanên xwe bi pêş dikevin, hezên dagirkerên Kurdistanê jî wek dewlata Tirkiye û Îran bi paş dikevin. Qeyranên dewleta Tirk her roj diçe kûrtir dibe. Dewlet dixwaze jiyê xwe bi xurtirkirina hezên nijadperest û faşîst wek MHP û Ergenekon/Balyozê wan dirêj bike. Her wiha bi hevdîtinên li gel Îranê jî dixwaze îttîfaqa antî Kurd ya salên berê zindî bike. Hewl dide li gel Îranê, rejîma Sûriyê û Iraqê eniyek nû li dijî Kurdan ava bike.
Li Bakurê Kurdistanê û di çarçoveya stratejiya antî Kurd, dewleta Tirkiyeyê siyaseta tunekirinê dimeşîne. Ji aliyekî ve tevahî qaden siyaseta Kurd, ji aliye din jî, bi tevahî hêza xwe ya leşkerî bi alîkariya teknolojiye bê navber bombebaran dike. Her roj bi dehan siyasetmedar, rojnamevan, nûnerên rexistinên civakî û sivîl digire. Hemû qezencên şaredariyên Kurdistanê têk dibe. Nav û remzên kurd ji holê radike. KNK bi tundî siyaseta dewleta Tirk şermezar dike û banga gelê Kurd li Bakur dike ku piştgrî bidin çalakiyên HDP’ê ya ku ji bo edalet û wîjdanê dixebite. Her wiha KNK, banga aliyên siyasî û hêzên civakî yên Bakurê Kurdistanê dike ku, bi pêşxistina siyaseta yekîtiya neteweyî ya Kurd pêşiya siyaseta tunekirinê bigirin. Kurd bi yekîtiya xwe li Bakurê Kurdistanê dikarin qeyranên dewleta Tirk wergerînin derfetên qezenckirinê. Îro tu hêzek edî baweriya xwe bi dewleta Tirk nayîne! Dewlet her diçe di siyaseta navdewletî de tecrît dibe. Îttîfaqên dewleta Tirk bi Amerîka, Yekîtiya Ewropa û hezên wek NATO’yê re êdî dihejin û serûbin dibin.
KNK, berxwedana azadkirina Reqayê wek berhema têkoşîna gelan û hewlên qada siyasî ji bo avakirina pergala demokratîk li wê herêmê silav dike. Her wiha Konseya Rêveber gavên Meclîsa avaker ya Bakure Sûriyeyê ya ji bo pêkanîna hilbijartinên meclîsên kantonan federasyona Bakurê Sûriyeyê jî wek peşkeftineke dîrokî dibîne.
Lê, ji aliye din KNK êrîşên dewleta Tirk û Îranê li ser destkeftiyên gelên me li Bakure Sûriyeyê û Rojava, pirseke neteweyî û niştîmanî dibîne. Bi taybetî jî êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Efrîn û Şehbayê, wek êrîşên li dijî berjewendiyên hemû Kurdistanê dibîne. KNK ji bo wê yekê banga hezên koalîsyona navdewletî wek Amerîka û Rûsya jî dike ku, siyaseta xwe li hemberî qezencên demokrasiyê li rojava û Federasyona Demokratîk ya Bakure Sûriyeyê zelal bike. Ji ber sedema helwestên ne têr û zelal yên wan hêzan, dewleta Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Şehba zêde kirine. KNK banga hêzên navdewletî dike ku rêz û hurmet li ber îrada gelê Kurd û hemû gelên di nava Federasyona Demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê bigire.
KNK'ê her wiha azadkirina Mûsilê wek gavek girîng destnîşan kir. Lê, bal dikşîne ser pewîstî qonaxa avakirina sîstemek demokratîk li gel hemû pekhatiyên Mûsilê. KNK hem ji hukumeta Iraq, hem jî ji rayedarên siyaseta başûrê Kurdistanê daxwaz dike ku rê nedin şerê siyasî ji bo parvekirina Mûsilê. KNK bi taybetî piştgiriya xwe ji bo mafê çarenivîsa gelê Asûrî-Sûryanî-Keldanî li deşta Nînovayê dike. Her wiha KNK wek erkekî niştimanî piştgirî dide hêzên gelê me yê Ezîdî li Şengalê, ew jî ji bo statûya xweser wek mafê xwezayî û çarenivîssaz dike.
Konseya Rêveber ya KNKê bi berfirehî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê rawestiya. KNK sedemên pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê bi qeyrana siyaseta desthilatdariyê dibîne. Di encama wan qeyranan de, rewşa jiyana xelk û hemwelatiyan êdî gihîştiye asteke herî krîtîk. Rewşa xirab ya aborî û jiyanî her diçe rê ji bo arîşeyan di nav civakê de zêde dike. Zêdebûna kuştina jinan, koçberiya gencan, berbelaviya hejarî û destkurtiyê û windabûna bawerî û hêvî û ûmîda paşerojeke geş di nava xelkê me de. Parçebûyîna siyasetê jî nahêle pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo we jî KNK carek din banga çalakkirina parlamena herêma Kurdistanê dike ku, çareseriyê li gor daxwazên gelê me pêk bîne.
KNK’ê her wiha rojeva referandûmê wek mafê çarenivîsê gelê Kurd û Kurdistanê dibîne. Lê, nîqaş û guftûgo di derbarê referandûmê de lazim e û bila rayên cûda nebin sedema jihevdûrketina aliyên siyasî û gel de. Hemû pêkhateyên Kurd wek Feyîlî, Kakeyî, Hewramî, Ezîdî û neteweyên Kurdistanê wek Asûrî-Sûryanî-Keldanî, Ermenî, Ereb û Turkmen û yên din, pewîst e bi îradeya xwe ya azad derbarê nîqaşên sîyasî wek referandûmê, nêrîn û fikirên xwe bînin ziman. KNK hemû şêwazên zext – fişar, gefan yên wek nêzîkbûnên antî demokratîk bi tundî rexne dike.
Civîna Konseya Rêveber ya KNK’ê, di çarçoveya plansaziya karên xwe yên paşerojê de li ser amadekariyên Şêwirên Neteweyî li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojava û derveyê welat rawestiya. Bi vê armancê KNK’ê bi ezmûnên xwe yên 18 salan û girêdayî şêwirên neteweyî, konferans, platform, kongre û herî dawî jî, li gor encamên Şêwira Neteweyî ya li Silemanî di 15-16 Tîrmeha 2017 an de, reşnivîsa di bin navê Belgeya Pîvanên Siyaseta Yekîtiya Neteweyî ji bo aliyên siyasî û raya giştî ya Kurdistanê pejirandiye.
Konseya Rêveber her wiha plansazî ji bo sazkirina 18’emîn Civata Giştî ya KNK’ê di meha cotmeha îsal de jî kir.
Konseya Rêveber bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, rewşenbîr, rexistinên sivîl yên Kurd û Kurdistanî dike ku di Şêwirên Neteweyî yên parçeyên Kurdistanê de beşdar bibin."