Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniyê bi vê gotinê dest pê kir: "Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3'ê Tebaxa 2014. Roja ku careke dî fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatiye dan û di pratîkê de jî hatiye bi cih anîn. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAIŞ'ê de ji dergehê Şengalê ve êrîşî Kurdistanê kirin."
'DAIŞ BÛ BÎR Û HIZRÊ NAVENDÊN DAGIRKERIYÊ'
KNK'ê diyar kir, Şengal, warê qedîm ê civaka Êzidî, bi plan bû hedefa êrîşa DAIŞ'ê û wiha dewam kir: "Ji vê êrîşa DAIŞ'ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Îran, Tirkiye û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrîşê ve esasen xwastin hem destketên Kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têkbibin û careke dî nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya Êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan."
GERÎLA Û ŞERVANAN BI FEDAKARIYEKE MEZIN PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN GIRTIN
KNK'ê bibîr xist, ku di komkujiyê de bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û firotin û wiha dewam kir: "Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞ'ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê dîsa ve bilindahiya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzidî. Ev kiryara encam trajîk a jenosîdal a li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG'ê, hêzên YPG û YPJ'ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAIŞ'ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî de, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî de Şengal û cihên dî yên Kurdistanê ji DAIŞ'ê hatin rizgar kirin."
VÊ BÛYERA XEMBAR, JINA ÊZIDÎ KIR SEMBOLA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KEVNEPERESTÎ Û ZÎHNIYETA REŞ
Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn, ku li gel rizgarkirina Şengalê jî birîndariya 3'ê Tebaxa 2014'an di giyanê Êzidiyan de hê dewam dike û got, "Hejmareke bilind a jinên Êzidî yên ku hatine êsîrkirin hêj jî bêseraşûn in û aqîbeta wan ne diyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş a îslamî û divê ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bê ragirtin. Herwisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav dibe û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.
DI NAVA KURDISTANÊ DE DIVÊ ŞENGAL XWEDÎ STATUYEKE TAYBET Û XWESER BE
Mixabin hêzên ku lazimbû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsya bûn, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ev jî rastiyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şengalî xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.
KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin."