Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku AKP li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne û di serî de jin banga berxwedanê li her kesî kir. KJK'ê got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde, divê bi dirûşma 'ji faşîzmê re rê nîne' her kes biherike qadan."
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) diyar kir ku serkêşê AKP'ê Tayyîp Erdogan û ekîba wî, biryara şerê topyekûn a di Cotmeha 2014'an de wergirtibûn lê belê heta hilbijartinê hewl dan veşêrin, niha bi temamî xistine meriyetê û got, "AKP a ku dixwaze bi her berdêlî xeyalên xwe yên rejîma dîktatoriya faşîst bi cih bîne, ji xwe bawer e ku dikare tevgera azadiyê ya li pêşiya bicihhatina xeyalên wan astengiya bingehîn e, tesfiye bike. Lê belê divê AKP zanibe, ku ew niha bi lez û bez xwe diqedîne."
'AKP'Ê TI CARÎ ŞER NESEKINAND'
KJK'ê da zanîn ku rewşa şer a ku AKP'ê ti carî nesekinand, bi komkujiya li Pirsûsê û êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê re derketiye asteke nû û got, "Tayyîp Erdogan û ekîba wî ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye destpêkirin di çarçoveya berjewendiyên xwe de weke amûrekê bi kar bînin û operasyona afirandina hişmendiyê dimeşînin, ev planên wan ji aliyê Rêberê me û hemû pêkhateyên tevgera me ve di dema xwe de hatine deşîfrekirin. Ev derdora ku gotina pêvajoya çareseriyê ji ser zimanê xwe danaxîne xwarê, tevî şerê xwe yê li Rojava bi destê DAIŞ'ê dimeşîne, li Bakur jî ji bo eciqandina tevgera me ya azadiyê planên şênber derxist holê. Di vî warî de tevgera me gelek caran hişyarî dabû.
Tevî van hemû hişyariyan jî dewlet û hikûmeta AKP'ê ya hiş nehat serî, polîtîkaya xwe ya dehfdana welêt û herêmê ber bi kaosê ve, derxistiye asteke bilindtir. AKP a ku li pêşberî çavên hemû gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê deşîfre bûye, bi hêrsa têkçûna xwe re, di êrîşkariyê de sînoran nas nake. Di binê vê êrîşkariya qat bi qat ji yên salên bihurî zêdetir e de, psîkolojiya têkçûnê heye.
'AKP BERPIRSYARÊ SEREKE YÊ KOMKUJIYA LI PIRSÛSÊ YE'
AKP ê ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê ye, piştî vê komkujiyê bi awayekî dîtbarî be jî şîna neteweyî îlan nekir, bi xwînxwarî êrîşî mirovên li ber komkujiyê diketin kir, avêt ser malan û mirov qetil kir, yê qetil kir jî ji ber dorpêçiya xwe bi rojan di mala cem de ragirt, nirxên gel ên baweriyê binpê kir. AKP bi operasyonên xwe yên leşkerî û binçavkirinê re ev rewşa şer aniye qonaxeke nû. Tevî ku desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn jî, AKP'ê hewl da komkujiya li Pirsûsê ji bo armancên xwe weke amûrekê bi kar bîne. Lê belê piştî ku ev plana xwe bi ser neket, di bin maskeya 'operasyona li hemberî DAIŞ'ê' de di nava du rojan de nêzî hezar Kurd, sosyalîst û sendîkavan kir binçavan. Destekdarên DAIŞ'ê yên li binê çavan jî, serbest hatin berdan."
'HIKÛMETA AKP'Ê LI HEMBERÎ GELÊ KURD ŞERÊ TOPYEKÛN DIMEŞÎNE'
Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de bal hat kişandin ser van xusûsan:
"AKP a ku bi avêtina çend bombeyan li nuqteyên vala yên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê re ragihand ku di taliyê de tevlî Koalîsyona Navneteweyî bûye, di vê mijarê de jî lîstikên kevinbûyî yên Osmanî dimeşîne û ev yek veguherand firsendekê ji bo êrîşên hewayî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Erdogan û ekîba wî ku di şeva 24'ê Tîrmehê de dest bi êrîşên hewayî kirin û hînê êrîşên wan dewam dikin, bi ti awayî dest ji polîtîkayên înkar û tinekirinê yên 30 sal in ti encam jê nayê, bernadin. Hînê bawer dikin ku dikarin tevgaer me ya azadiyê û projeya neteweya demokratîk tesfiye bike.
Hikûmeta AKP'ê ku êrîşên wê yên hewayî û bejahî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê raya giştî ya navneteweyî de bi nerazîbûnan hatin pêşwazîkirin, li Bakur bi operasyonên li dijî hêzên me yên gerîla, bi êrîşên ji bo talankirina xwezaya Kurdistanê, bi komployên li hemberî temsîla siyasî ya gelê Kurd re, li dijî gel şerekî topyekûn dimeşîne.
'TECRÎDA LI SER OCALAN TECRÎDA LI SER ÇARESERIYÊ YE'
Tecrîda li ser Rêber Apo ku ev 4 meh in nikare bi heyeta Îmraliyê, 4 sal in jî nikare parêzerên xwe bibîne, parçeyek ji planên vî şerê qirêj e. Bi tecrîda li ser Rêberê me re, dixwazin çareseriyê di bin tecrîdê de rabigirin. Rêber Apo ku mûxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê û mayîndebûna aştiyê ye, ji ber ku li dijî vê rêveçûna xetere derketiye, ji ber ku li dijî van ferzkirin û planên qirêj ên AKP'ê derketiye, tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê, kî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwaze pêşî li vê rêveçûna xetere bigire, divê beriya her tiştî bixwaze tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û tavilê muzakere bê destpêkirin. Bi vê armancê dest bi çalakiyan bike. Ji bo destpêkirina muzakereyê jî, rakirina tecrîda li ser Rêber Apo têrê nake, divê bi temamî rewşa ragirtina wî bê bidawîkirin. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd di vê mijarê de bi taybetî em bang li jinên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dikin ku dengê xwe ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye, aştÎ, çareseriya demokratîk û azadî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e."
'YEKANE RÊYA RAWESTANDINA ŞER, BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE'
KJK'ê diyar kir ku yekane rêya sekinandina şerê topyekûn ê AKP îro li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê ferz dike, bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. KJK'ê got, "Li dijî Tayyîp Erdogan û ekîba wî ya faşîst, girîng e hemû hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bêyî li cihêrengiya xwe binêrin, di bin tifaqekê de bibin yek. Îro li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene; ya yekemîn dîktatoriya tekparêz û faşîst a Erdogan û gurûha çeteya wî dixwaze. Ya din jî Neteweya Demokratîke . Lewma divê îro her kes tercîha xwe bike û ji bo vê bikeve nava tevgerê. Ji bo demokrasiya rasteqîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyînde divê îro bi dirûşmeya 'rê ji faşîzmê re nîne' her kes biherikin qadan û bi bilindkirina têkoşîna li her qadê re encamên şênber werin bi dest xistin."
KJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li jinan kir, ku pêşengiya vê berxwedanê bi xurtî bimeşînin.