Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, ji bo piştgiriyê bide rêxistina BDP'ê ya Êlihê û operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd şermezar bike Rêxistina BDP'ê ya Êlihê ziyaret kir. Kişanak, aşkere kir ku operayonên li dijî BDP'ê pêk tên, bi armanca şkandina vinê û teslîmgirtinê ye û wiha got: "Hikûmet dixaze siyaseta kurdan bişkine. Dixwaze vîna kurdan bişkîne û kurdan teslîm bigire.” Kişanak got “Gelê me dê van zaliman li gel polîtîkayên wan biavêje sergoyê.”
Piştî di 8'ê Kanûnê de li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê operasyona di bin navê KCK'ê de pêk hat û ji 87 kesan 48 kes hatin girtin. Li Êlihê jî ji 31 kesan di navde piraniya rêveberen BDP'ê yên Êlihê 24 kes hatin girtin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bi boneya piştgiriyê bide BDP'a Êlihê, rêxistina BDP'ê ya Êlihê ziyaret kir.
Kişanak li gel Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Bengî Yildiz û endamên Meclîsa BDP'e li Tesîsa Bardakçilarê bi konvoyek mezin hate pêşwazîkirin. Kişanak ligel karwanekî mezin derbasî avahiya BDP'ê ya Êlihê bûn. Kişanak, li salona konferanstê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Endamê Meclîsa BDP'ê Nezîr Gulcan, diar kir ku li dijî partiya wan komkujiyek siyasî tê meşandin. Gulcan, anî ziman ku 3 salin li dijî partiya wan komkujiya siyastî tê meşandin û wiha got: "Tenê li Êlihê 6 operasyonên mezin pêk hatin û disa gel rêveberên xwe ji nava xwe derxist û partî vala nehişt. "
'GEL DÎROKÊ BI DESTÊ XWE DINEQIŞINE'
Kişanak jî di civînê de axivî û diyar kir ku bi sedsalan e li dijî gelê kurd polîtikayên înkar û îmhayê tên meşandin û wiha got: "Ev ferasetên ku polîtîkayên înkar û bişaftinê li hemberî gelê kurd dimeşînin, her tim bi reng û ruyekî derdikevin pêşberî gel û dixwazin gel bi xapînin. Niha jî em dibînin ku reng û ruyê polîtîkayên înkar, îmha, kuştin, girtin û qetilkirina li hemberî gelê kurd hatiye guhertin. Vê carê ji bo ku ev polîtika li hemberî gelê kurd bi ser bikeve, dewlet û hikûmet hemû heza xwe li hev kom dike û bi ser gelê kurd de tê. Em jî dibêjin bi înkar û îmhayê pirsgirêk çareser nabe. Em dibêjin bi hevqebûlkirin, diyalog û muzakereyan pirsgirêk çareser dibe. Em dixwazin ji înkarê berdin. Înkar û îmha pirên biratiyê dişkînin û me ji hev dûr dixin. Gelê kurd li Rojhilata Navîn gelê herî bi qedîm . Em li rûpelê dîrokê jî dinêrin di cîhanê de axa herî kêm ya tirkan e."
'GELÊ ME DÊ POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ PERÇE BIKE'
Kişanak, destnişan kir ku gelê kurd heta niha rastî gelek polîtîkayên înkar û îmhayê hatine û bi rêxistinbûn û berxwedana xwe hemû polîtîkayên şer û tunekirinê vala derxistine. Kişanak, da zanîn ku gelê kurd dê van polîtikayan jî bi berxwedana xwe vala derxe û ev yek jî heta niha îspat kiriye û wiha got: "Zalim çiqas zalim bin dê têkoşîna gelê kurd jî li hemberî vê zilmê û zaliman ew qas xurt be. Gelê kurd bi berxwedan û raperîna xwe di dîrokê de rûpel neqişandine. Dîsa bi ziyaret û lêxwedîderktina gelê me, em bêtir hêz digirin û ev yek bêtir moral û hêvî dide me. 4 salin her hefte 3 her roj em bi operasyonên nû hişyar dibin. Em her tin bi binçavkirin û girtinan hişyar dibin. Ev şerê şikandina vînê û siyaseta demokratîk e. Dixwazin ku gelê kurd di qada siyaseta demokratîk de paqij bikin. Divê em li hemberî êrişa topyekun berxwedana topyekun nîşan bidnin."
Kişanak, bal kişand ser potîkayên AKP'ê û wiha pêde çû: "Li Ewropayê dibêjin me dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdaye. Dibêjin asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye. Lê ew bi xwe mafê parastina zimanê zikmakî red dikin û zimanê dayikê înkar dikin. Ev bi xwe sûcî mirovahiyê ye. Gelê kurd gelê herî dîrokî yê li ser vê axê ye. "
‘BI MILYONAN MIROV GOT ‘BIRÊZ OCALAN VÎNA MIN E'
Kişanak, da zanîn ku gelê kurd bi awayekî çespantî bi milyonan got Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye. Kişanak, da zanin ku Rêberê PKK'ê Ocalan rêberê gelê kurd e û xwest ji bo çareseriya demokratîk bi lezgîn muzakere dest pê bikin û wiha got: "Nêzîkatiya Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Zedeyî salekê ye li dijî Birêz Ocalan tecrîda herî giran tê meşandin. Ev bêhurmetiya li hemberî gelê kurd e. Li gorî keyfa xwe dibêjin 'koster xerabe ye. Muxalefeta hewayê heye' Divê êdî vîna 3.5 milyon kurdên ku Birêz Ocalan vekî vîna xwe ya siyasî nişan dide qebûl bike.
'GELÊ KURD ÊRÎŞÊN LI DIJÎ CENAZEYAN QEBÛL NAKE'
Kişanak, êrişên li dijî cenazeyên endamên HPG’ê jî şermezar kir û anî ziman ku êrîşên li hemberî cezayên gerîlayên HPG'ê bi tu awayî nayê qebûlkirin wiha berdewam kir. "Di tu ol û baweriyan de neheqiya li hemberî cenazeyan tune.
Gelê kurd heta niha li cenazeyan xwedî derket û dê ji niha û şûnde jî bi girseyî li cenazeyên xwe xwedî derkevin.
'ÇETE JI SÎNOR DERBASÎ BINXETÊ DIBIN'
Kişanak, destnîşan kir ku çete li Tirkiyeyê tên perwerdekirin û ji Tirkiyeyê derbasî Serêkaniyê ya Sûriyeyê dibin. Kişanak, anî ziman ku dixwazin bi vî rengî kurdên Rojava li wir bifetisînin û bêhêz bihêlin.
Piştî axaftina kişanak, rêveberiya dildari ku hefteya borî dest bi karê rêveberiyê kir, peyvira xwe dewrî nûnerên saziyên sivîl ên civakî kir. Kişanak, pişt re çû Sêrtê.