Kiliçê HDP’yî: Sîxurtî ferzkirin, dema min ne pejirand jî tehdît kirin

Rêveberê Navçeya Kartalê ya HDP’ê Tacettîn Kiliç ê li ser wî sîxurî hatî ferzkirin got: “Ji ber min qebûl nekir, ez hatim tehdît kirin.”

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand li ser bûyerên revandinê.

Rêveberê Navçeya Kartalê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)’ê Tacettîn Kiliç, têkildarî gef û ferzkirinên sixûriyê ya di 2’ê Cotmehê ji aliyê polîsan ve hatî kirin, daxuyanî da. Civîna ku li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hatî, Seroka Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyê Şexmûs Işik jî tevlî bûn.

Tacettîn Kiliç, anî ziman ku dema ew xebatkarê taxê yê HDP’ê bûm, bi rêya telefonê tim gef li wî dihate kirin. Kiliç diyar kir ku polîsan her tim derbarê birayê wî pirs ji wî dikirin û bi malbatî gef lê dihate kirin. Kiliç destnîşan kir ku ev rewş hetanî 3 heyvan bi vî awayî dewam kiriye û got: “3 heyv piştre ji Miduriyeta Emniyeta Stenbolê wî geriyane, ew kesê ku bi wî re axivî jî erka xwe wek polîs daye naskirin û xwestiye derveyî emniyetê bi wî re biaxive. Ez çûm cihê ku wan xwestî. Ji wan 2 kesan yek nêzî 40 salî, yê din jî nêzî 25 salî bû. Ji min têkildarî girtigehan pirs pirskirin, gotin ev 10 sale em te dişopînîn, piştre ji min re gotin; ‘Ev tîm taybet ji bo te ji Enqerê hatine. Eger tu daxwazên me pêk neynî, em ê bi te re mijûl bibîn, wê ferman bidîn dozger, derbarê te dosye vekin, tê bi salan di girtîgehê de bimînî.”

Kiliç wiha domand: “Ji ber min daxwaza wan a sixûrtiyê qebûl nekir, gef li min xwarin. Ji min re gotin; ‘Madem tu qebûl nakî em ê bi te re çalakiyên derqanûnî pêk bînîn, wê bombe li gelek ciyan bicih bikin’."