Kevana Zêrîn ji bo mîtînga sibe ya li Dusseldorfê bang kir

Kevana Zêrîn bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û gelemperiya Ewropayê kir ku bi tevlîbûneke xurt a li mîtînga sibe re, biryara hikumeta Elman a qedexekirina Festîvala Çanda Kurd şermezar bikin.

Tevgera Çandê ya Jinan (Kevana Zêrîn) li ser qedexekirina 26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara hikumeta Elman şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku festîvala çanda Kurd her sal bi rengekî asayî dihate lidarxistin, lê îsal ji aliyê hikumeta Elman ve hate qedexekirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi zêdebûna zext û zordariya dema dawî a li Elmanyayê li ser gelê Kurd hate kirin û hate bibîrxistin ku gelek caran meş hatin astengkirin, sembolên Kurdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qedexekirin û bi ser saziyên Kurdan ve hate girtin.

Kevana Zêrîn destnîşan kir ku qedexekirina festîvalê biryareke hiqûqî nîne, biryareke siyasî ye û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bê guman ev qonsepteke hatiye destpêkirin, hevkarî û lihevkirina dewletên ELman û Tirkiyeyê nîşan dide. Ev jî ne tehemulkirina li hember Kurdên azad, vîn û çanda azad e."

Di daxuyaniyê de bi navê Tevgera Çandê ya Jinan (Kevana Zêrîn) biryara hikumeta Elman a qedexekirina festîvalê hate şermezarkirin û hate gotin, "Bi pêşengiya jin û ciwanan, gelê me yê li Ewropayê, hemû hunermend, rewşenbîr û demokrat wê bi awayekî herî xurt tevlî mîtînga sibe bibe. Bi tevlîbûna li mîtîngê ev biryara nehiquqî wê protesto bike."

Kevana Zêrîn ji bo xwedîderketina li çanda xwe bang kir û got, "Divê em bi rengekî bêhempa her tim li dijî êrîşan bisekini."