Keskîn: Kî dibêje me wesayeta leşkerî rakir, ew derewan dike
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta kûr a li Tirkiyeyê dewlet bi xwe ye.
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta kûr a li Tirkiyeyê dewlet bi xwe ye.
Ji 11 rojên dorpêçandina Farqînê heta beraetkirina endamên JÎTEM'ê, hemû bûyerên diqewimin bala mirovan dikişînin ser wesayeta leşkerî. Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dewleta kûr a li Tirkiyeyê dewlet bi xwe ye.
Keskîn da xuyakirin Komeleya Mafên Mirovan yekane saziya ku di salên 1990'î de li her hemû bûyerên li Kurdistanê diqewimîn rapor amade kiriye û got, "Ji bilî Ozgur Gundem û çend rojnameyên sosyalîst, ti rojnameyan raporên me nediweşandin. Hinekan ji wan bi gotina 'ne pêkane ku dewlet van tiştan bike' ji vegotinên me bawer nedikirin."
Keskîn diyar kir ku ya duh nedihat dîtin îro tê dîtin, lê belê dewlet heman dewlet e û destnîşan kir, ku kî dibêje 'me wesayeta leşkerî rakir, ew derewan dike'. Keskîn got, "Li Tirkiyeyê, artêş xwe venakişîne. Bi tenê, mîna xwe vedigire, xwe nîşan dide. Li Tirkiyeyê sînorên destûra bingehîn a rêveber û destûra bingehîn a veşartî, her tim ji aliyê mîlîtarîstan ve tê diyarkirin û eger hûn bi mîlîtarîstan re li hev nekin, destûra rêvebirinê ji we re nayê dayîn."
Keskîn ragihand ku hikûmeta AKP'ê ya ku bi rakirina wesayeta leşkerî pesnê xwe dide, bi heman konseptê re îro bi leşkeriyê re li hev kiriye û got, "AKP'ê beriya niha weke çend hêz, ceamet dabû dû xwe. Baş tê bîra me, di wê demê de Malên Ronahiyê hebûn li Kurdistanê, ji aliyê cemaetê ve bi awayekî vekirî li dijî Tevgera Kurd dihatin birêxistinkirin. Ji vê rêxistinbûyîna cemaetê, hem artêşê hem jî AKP'ê sûd werdigirtin. Yanî vana ji hev ne cuda ne. Lê belê, kengî navbera AKP'ê bi cemaetê re xera bû, AKP bi baskê Şerê Taybet re tenê ma û li hev kirin. Ji ber vê yekî kî rabe bêje li Tirkiyeyê hêza artêşê qels bûye, ew kes dewleta Tirkiyeyê nas nake. Her hikûmetên hatine û çûne, bi wesayeta leşkerî re li hev kirine."
LIHEVKIRINEKE MEZIN Û GEMARÎ
Keskîn da xuyakirin ku divê biryarên beraetê yên di dozên JÎTEM'ê de, bidawîbûna dozên Ergenekonê bi xwestina lêborînê û dorpêçiya dewletê ya li Kurdistasnê bi vê perspektîfa lihevkirinê were nirxandin û got, "Eger hûn Velîk Kuçuk, Levent Ersoz, Sedat Peker, Kemal Kerînçsîz bi lêborînê serbest berdin, ev mirov wê li cihê xwe bisekinin? Nasekinin. Ev yek bi awayekî vekirî lihevkirinek e. Ji ber vê yekê bûyerên îro li Kurdistanê diqewimin, pêkanîna rêbazên dişibin ên salên 90'î, beraetkirina sûcdarên weke Kemal Temîzoz û Mûsa Çîtîl, encama vê lihevkirina mezin û gemarî ye."