Kerestecîoglû: Em ê li dijî dewleta otorîter û olîgarşiyê bin

Parlementera HDP’ê Kerestecîoglû ji AKP’ê re got, “Em ê destûrê nedin ku hûn dewleta otorîter ava bikin û ji dêvila olîgarşiya kevn a nû ava bikin.”

Çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê li Parka Yogûrtçû ya Kadikoya Stenbolê di roja 5'emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya çapemeniyê ya îro de Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî.

'CIHÊ EDALET LÊ TUNE BE GIRTÎGEH LÊ TÊN AVAKIRIN’

Kerestecîoglu destnîşan kir ku li cihê edalet lê tune be li wir girtîgehên mezin tên ava kirin û wiha got: “Li vî welatî dorpêçkirina parlamenteran a bi bariyer,wesayîtên zirxî û polîsan nîşaneya tunebûna edaletê ye. Her çiqas edalet kêm dibe dîwar bilind dibin. Ev 5 roj in em li vê parke ne. Lê belê baş bawer bibin kesek di Qesrê de rehet ranazê. Aha ev hemû bariyer ji ber vê yekê danîne dora me. Ev 5 roj in edalet û wijdan hatiye qedexekirin.”

‘EV DER WÊ BIBE KURSIYA JINAN’

Kerestecîoglu got: “Em ê îro di nobetê de behsa têkoşîna jinê û tundiya li ser jinê bikin. Ev der kursiya jinan e. Jin wê bi enyad û derziyên xwe xumrî bikevin parke. Lê dîsa wê wesayîtên polîsan wan pêşwazî bikin.”

'DERZIYÊN ME YÊN MOR DI BÊRÎKA ME DE YE!’

Kerestecîoglu di berdewama axaftina xwe de behsa têkoşîna jinên femînîst kir û got ku yekemîn car di sala 1989’an de komek jinên femînîst bi derziyên xwe çalakiyên mor li dar xistibûn û ev têkoşîna wan derziyên mor didome û derziyên wan ên mor di berîkên wan de ne. Kerestecîoglu bal kişand ser qetilkirin û êrîşên zayendî yên li ser jinan û îstîmara zayendî ya li hember zarokan û polîtîkaya AKP’ê ya di derbarê jin û zarokan de rexne kir.

'WÊ JIN AVA BIKIN’

Kerestecîoglu da zanîn ku heta jin û civak azad bibe wê têkoşîna wan a azadî, edalet û demokrasiye berdewam bike û ew ê feraseta baviksalar a zilaman têk bibin. Kerestecîoglu anî ziman ku wê jin vî welatî ji nû ve bi destên xwe ava bikin.

Daxuyanî bi slogana “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.