Kemalbay: Hûn ditirsin, ji ber ku me hûn ji desthilatdariyê xist

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay nerazîbûn nîşanî polîsan da û ji hikumetê re got, “Hûn ji me ditirsin, ji ber ku me hûn ji desthilatdariyê xist. Di 7’ê Hezîranê de me hûn ji desthilatdariyê xist.”

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê bi terora polîsan bi dawî bû. Polîsan guleyên plastîk bera gel dan ên ku dorpêçandin protesto dikirin. Di êrîşa polîsan de Mehmet Emîn Kûrtal, Vayîz Adiguzel, Erkan Yildirim, Anil Denîz Gîder, Nûsrettîn Baran hatin binçavkirin.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP bi meşekê bi dawî bû.  Di dema meşê de polîsan êrîşî parlementer û gel kir.

LI HEMBERÎ GEL HÛN SÛC DIKIN!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay li Qada Îskeleyê nerazîbûn nîşanî vê helwesta dewletê da û got, “Ji roja nobedê heta îro  em rastî astengî û qedexeyên polîsan hatin. Piştî bidawîkirina meşê jî dema me xwest em bimeşin, bi gaza îsotê em hatin astengkirin. Divê ez vêya bibêjim ku ew ji me ditirsin. Ji ber ku em ew partî ne ku, me hûn ji desthilatdariyê xist. Di 7’ê Hezîranê de me hûn ji desthilatdariyê xist. Hûn bi polîsên xwe îro sûc dikin. We bi girtina hevserok, rêveber û endamên me xwest ku HDP’ê biqedînin lê va ye we dît ku HDP naqede. HDP têdikoşe û ew ê heta dawî jî têkoşîna xwe bidomîne.

‘LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE GEŞTIR BIKIN’

Kemalbay diyar kir ku, “Em ê li dijî zilmê têbikoşin. Silav ji wan kesên ku li dijî zilmê li ber xwe didin. Ew li hundir em li derve em ê li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin.