Kemalbay: Gelê me da nîşandan ku li gel Demîrtaş e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serpîl Kemalbay got: “Gelê me îro carekî din da nîşanda ku li gel Salahattîn Demîrtaş e. "Kemalbay diyar kir ku wê biryarekî serbixwe ji aliyê dadgehê ve neyê dayîn.

Piştî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê girtî ku îro li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoy a Stenbolê pêk hat û şûnde, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay li pêşiya Avahiya Edliyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Kemalbay ev tişt anî ziman:

“Cara yekem e ku Demîrtaş hate pêşberî dadger û dozgeran. Em hemû kelecanî bûn, ji ber ku ev salek û 4 meh bûn me cara yekem e Salahattîn Demîrtaş dît. Kêfa wî xweş bû, her kes silav kir, silav li hemû gel û dostan kir. Hevserokê giştî yê HDP’ê ku bi dengê 6 milyon kes hatî hilbijartin û ji bo Serokkomariyê jî namzet hatî hilbijartin bi vî awayî rehîngirtina wî tê wateya ji siyastetê bê dûrxistin, tevî hemû van kiryaran jî îro gelê me hezkiriyê xwe Selahattîn Demîrtaş bi tenê nehiş.

Em baş dizanin ku di 20’ê Gulana 2016’an bi awayekî dij Destûra Bingehî destlênedayîna wan hatin rakirin. Bi awayekî der hiqûqî, bi awayekî di hiqûqê de neşibe ti rêbazan, destlênedayîna wan ne li gorî siberojê li gorî paşerojê hate rakirin. Ji bo tesfiyekirina partiyek nû ku ji bo xwe rikberekî bi hêz dibîne û qanûnekî destlêndeayînê ya ji ber xwe derxistibûn. Bê ku di warê hiqûqî de meşrûtyetekî wê hebe ji ber ku tenê zilamê Qesrê wisa xwestibû, ji ber ku Erdogan xwestibû, destlêndayîna wan hate rakirin. Ji ber vê Demîrtaş got, rûniştin ne hiqûqî ye.

Ev bû mînaka ku dadger û dozger wê biryareke serbixwe nede.”