Kemalbay: Em bi hev re têbikoşin em ê bikaribin AKP’ê têk bibin

Hevseroka HDP’ê Kemalbay çû serdana KESK’ê û got heke em bi hev re têbikoşin em ê bikaribin faşîzma AKP’ê têk bibin.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, Parlementer Ahmet Yildirim, Fatma Kûrtalan û Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Ekonomiyê yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana rêveberiya nû ya KESK’ê.

‘BI HEVGIRTINÊ EM Ê TÊK BIBIN’

Kemalbay diyar kir ku Tirkiye ber bi rêveberiya faşîst diçe û got, “Em hêzên demokrasiyê bi têkoşîn û hevgirtinê em ê vê faşîzmê bidin sekinandin. Em HDP em her dem ligel kedkaran e. Em girîngiya kedê dizanin.

GULMEN Û OZAKÇA HATIN SILAVKIRIN

Kemalbay têkildarî Gulmen û Ozakça jî got ku, “152 roj in ev hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Ew bûn sembola vê têkoşînê. Ji ber vê jî desthilatdarî êrîşî wan dike. Lê têkoşîna wan gihiştiye cîhanê.”

BOZGEYÎK: EM Ê LI HEMBERÎ AKP’Ê STÛYÊ XWE XWAR NEKIN

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku, “Piştî 7’ê Hezîranê êrîşên giran li ser qada siyaseta demokratîk çêbû. Divê têkoşîn were geşkirin. Em ê jî li hemberî AKP’ê stûyê xwe xwar nekin. Em ê têkoşîna xwe ya ked û demokrasiyê geştir bikin û em ê bidomînin.