Kemal Dervîş: Pêwîste ji Ocalan re nebêjin ‘xayîn’

Kemal Dervîş: Pêwîste ji Ocalan re nebêjin ‘xayîn’

Wezîrê berê yê Dewletê û ekonomîst Kemal Dervîş di CNN TURK’ê de bû mêvanê Taha Akyol. Devîşê ku di derbarê pêvajoyê de fikrên xwe parvekirin, têkildarî pêvajoyê nirxandin kirin.

Dervîş nirxand ku, di vê pêvajoya çareseriyê de du xalên bingehîn hene û got: “Yek nebûna tundiyê, duwem jî her kes bi awayek azad fikrê xwe bîne ziman û pêşniyaran bike. Pêwîste yên van pêşniyaran dikin jêre nebêjin xayînê welat. Her cûre pêşniyar di çarçoveyek demokratîk de bê nîqaş kirin. armanca her kesê ewe ku di vî welatî de di nava aştiyê de bijî.”

Dervîş da zanîn ku, di encama de aştî li gel “dijmin” têkirin û wiha berdewam kir: “Eger em hertim paşde biçin em jinav dernakevin. Ez di wê baweriyê de me ku mirov tên guhertin. Dibe ku Ocalanê niha ne Ocalanê beriya 20 salan be. Her mirovek ji serpêhatiyan fêr dibe. Eger ew lidijî tundiyê ye û dê ji bo bidawîbûna tundiyê bibe alîkar, bila bibe alîkar.”

Dervîş îdiakir ku, Tirkiye bihêz bûye û dikare her tiştî nîqaş bike. Di derbarê berdana çekan de jî got, “Ne diyariya dê PKK kengî çekan berde nerihetiyê çêdike. Zehmete ku mirov bikev berfirehiyê wê. Ger çek hebe xeterî didome lêbelê tamboya niha heyî jî cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber ku di van heftiyên dawiyê de bûyer tune ne, vekişîn heye.”