KCDK-E'yê Komxebata Aboriyê li dar xist

KCDK-E'yê Komxebata Aboriya Komunal a Demokratîk li dar xist û li ser dema bê hin biryar wergirt.

KCDK-E'yê di navbera 26-27'ê Îlonê de bi dirûşma "Hilberîna bi hev re, rêvebirina bi hev re" ji bo du rojan Komxebata Aboriyê ya Komunal a Demokratîk li dar xist.

Nûnerên gelek saziyên li Ewropayê tevlî komxebatê bûn û pisporên aboriyê lê axivîn.

Di komxebatê de girîngiya kooperatîfkariya aboriya komunal a demokratîk hate destnîşankirin û hate gotin, "Li şûna bazarên ku şîrket lê serdest in, divê daxwaz û pêwîstiyên cotkaran, gundiyan li ber çavan bên girtin."

Ji Rojava jî Ehmed Yûsûf bi rêya Skype tevlî komxebatê bû û qala pêşketina aboriya civakî ya li Rojava kir.

Di komxebatê de hate gotin, "Xebatên aboriya komunal divê yek ji wezîfeyên bingehîn ên meclîsên me bin."

BIRYAR

Çend ji biryarên di Komxebata Aboriya Komunal a Demokratîk a KCDK-E'yê de hatin wergirtin wiha ne:

"- Di bin sîwanê KCDK-E'yê de Komîteyeke Aboriya Komunal a Demokratîk bê birêxistinkirin,

- Komîteya hate birêxistinkirin di nava Koordînasyona KCDK-E'yê de bê temsîlkirin,

- Komîteya Aboriya Komunal a Demokratîk ji herêman projeyan werbigire û bicihanîna van projeyan bişopîne,

- Li her navendeke civakê komîteyeke aboriya komunal a demokratîk bê avakirin, ev komîte jî li ser bingeha projeyên şênber kar bikin,

- Têkildarî projeyên Aboriya Komunal a Demokratîk a di bin sîwana KCDK-E'yê de di nava salê de 3 kom bên perwerdekirin. Koma destpêkê ya projeyê perwerdeya xwe meha Çileyê pêk bîne,

- Têkildarî Aboriya Komunal a Demokratîk li eyaletên Stûttgart, Frankfûrt, Dusseldorf, Hambûrg, Berlînê, her wiha li Parîs û Marsîlya yên li Fransayê, li Swîsre, Îngilistan, Hollanda, Belçîka, Stockholm û Danîmarkayê komxebat bên lidarxistin,

- Li eyaletên Stûttgart, Frankfûrt, Dusseldorf, Hambûrg û Berlînê, li Zurîch a Swîsreyê, Parîs û Marsîlya yên Fransayê, Stockholm, Den Haag, Bruksel, Viyana, Îngilistanê, li bin sîwana Navendên Civaka Demokmratîk ên li vê derê Aboriya Komunal a Demokratîk bê afirandin,

- Pêkhateyên KCDK-E'yê Aboriya Komunal a Demokratîk bikin rojeva rêxistiniyên xwe, di vê mijarê de perwerdeyan bikin, rêxistinbûnê biafirînin û projeyên şênber ava bikin."