KCDK-E: Turîzma Tirk boykot bikin, nebin şirîkê komkujiyê

KCDK-E'ê got, ''Ji bo ku dewleta Tirk turîzmê ji bo komkujî û qirkirinê bi kar tîne, em turîzmê boykot dikin'' û bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibin.

KCDK-E'yê di daxuyanya xwe de got, ''Dewleta TC'ê ya devbixwîn kanên aborî û siyasî bi kar tîne û li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike. Jnan, zarokan û yixtiyaran dikuje. Di komkujiyên qirker de her cure çekê, çekên kimyewî bi kar tîne.''

KCDK-E'yê bal kişande ser ku dewleta Tirk turîzmê jî weke çekekê bi kar tîne û got, ''Erdoganê devbixwîn ê dîktator û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dahata ji turîzmê, beşekî mezin jê di şerê qirkirinê de bi kar tînin. Dahata turîzmê ji bo qirkirin û komkujiya Kurdan bi kar tînin''û diyar kir, ''Ji bo ku mirov ji qrkirina li ser Kurdan, ku li ber çavê mirovahiyê tê kirin, bibêje, 'êdî bes e', betalkirina hemû peymanên turîzmê û boykotkirina geşt û geryanan peywireke mirovî ye.''


KCDK-E'yê bang li demokrat, aştîxwaz, ekolojîst, feminîst, çepgir, rewşenbîr, hunermend û hemû mirovên li cîhanê kir ku li Ewropa û li hemû cîhanê bi rengekî aktîf tevlî kampanyaya boyotkirina turîzma Tirk bibin.