KCDK-E: Ji bo Efrînê em bi lezgînî dakevin kolanan

KCDK-E, li dijî hewldana dagirkirina Efrînê bang kir ku bi lezgînî li gelemperiya Ewropayê çalakî werin lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku bi lezgînî dakevin qadan.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E de êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê hate şermezarkirin û hat gotin, "Ji bo gelê Kurd roj roja şeref û namûsê ye. Têkoşîna ji bo Efrînê niha karê me yê sereke ye. Bêyî ku dereng bimînin, divê em li Ewropayê û gelemperiya cîhanê bikevin nava liv û tevgerê.

Weke KCDK-E em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz, demokratan, rewşenbîran û alîgirên têkoşîna azadiyê dikin ku ji vê kêliyê ve dakevin kolanan."