KCDK-E: Em bi xurtî tevlî meşên ji bo Efrînê bibin
KCDK-E ev bang kir: "Em bi sed hezaran tevlî meşên navendî bibin û bi heybetî xwedî li berxwedana Efrînê derkevin."
KCDK-E ev bang kir: "Em bi sed hezaran tevlî meşên navendî bibin û bi heybetî xwedî li berxwedana Efrînê derkevin."
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ji bo meşên navendî yên 27'ê Çileyê banga tevlîbûnê hate kirin.
Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E got, "Divê hemû meclîsên me û pêkhateyên me bi ruhê seferberiyê nêzî meşên navendî yên li welatan ên 27'ê Çileyê bibin. Em heta 27'ê Çileyê bi xurtî bixebitin û Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman, rewşenbîr, akademîsyen, jin, ciwan, şoreşger û mirovên pêşverû yên Ewropî, Kanadayî, Japon û Awûtralyayiyan bi heybet tevlî çalakiyan bikin û bibin dengê Efrînê."