KCDK-E: Em bi ruhê Garê agirê Newrozê dadin
KCDK-E'yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi ruhê Berxwedana Garê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dakevin qadên Newrozê.
KCDK-E'yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi ruhê Berxwedana Garê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dakevin qadên Newrozê.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û got, "Bi ruhê Berxwedana Garê em her derê bikin qada Newrozê."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroza îsal wê bi dirûşma "Werin em bi ruhê Yekîtiya Neteweyî û Berxwedana Garê Newrozê pîroz bikin û dagirkeriyê têk bibin" bê pîrozkirin.
Dîwana Hevserokatiyê diyar kir ku wê Newroza îsal ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne bikin moraleke mezin û daxwazên wan ên li dijî tecrîdê bilind bikin.
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Ji bo azadiya Rêber Apo, li dijî dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Başûr, li dijî êrişên li ser Şengalê, Rojava û tevahiya Kurdistanê, em di Newrozê de her derê veguherînin qada serhildanê.
Gelê me wê bi vê Newrozê re yekîtiya neteweyî xurt bike, bi ruhê serketinê yê li Garê, bi kincên neteweyî ji bo parastina destketiyên neteweyî û civakî, li dijî dagirkerî û mêtingeriyê li her welatî li qadan Newrozê pîroz bike."
Di dawiya daxuyaniyê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gelên herêmê û tevahiya mirovahiyê hate pîrozkirin.