KCDK-E: Di cejnê de em parvekirin û hevgirtinê zêde bikin

KCDK-E’yê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û got ku, “Em xwedî li gelê xwe yê mûxtac derkevin û giyanê yekîtiya neteweyî û yê hevgirtinê xurt bikin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê îro bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘DI CEJNÊ DE EW Ê AKP’YA ÊRÎŞKAR TÊK BIÇE’

“Dewleta AKP’ê êrîşên xwe yên qirkirinê di vê cejnê de jî didomîne. AKP a ku li ser feraseta DAÎŞ’ê ye bi êrîşên xwe pîrozbahiya cejnê asteng dike. Erdogan û hikumeta wî êrîşî Şengal, Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê dike. Ew ê AKP û Erdoganê dîktator li hemberî berxwedana gelê me têk biçe.

‘EM GIYANÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ XURT BIKIN’

Bi wesîleya cejnê em bang li gelê xwe dikin ku bila hevgirtina maddî û manewî zêdetir bikin û di serî de gelê Şehbayê bila xwedî li gelê me yê mûxtac derkevin û giyanê yekîtiya neteweyî û yê hevgirtinê xurt bikin.

Bi hêviya ku ev cejn azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê bîne di serî de ya gelê Kurd em cejna hemû mirovayetiyê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya parvekirin û hevgirtinê.