KCD û TJA: Heta parêzer neçin Îmraliyê daxuyaniyên hikumetê berhewa ne

KCD û TJA'yê xwest, parêzer û malbatên Ocalan û girtiyên din tavilê biçin Îmraliyê û destnîşan kirin ku heta ev neyê kirin, daxuyaniyên rayedaran hemû berhewa ne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî şewata li Girava Îmraliyê derket daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ji çapemeniyê hîn bûn ku li grava Îmraliyê ya Brêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim lê dimînin şewat derketiye. Tê gotin ku ligel tê xwestin ekîbên arkujiyê yên Mudanya û Bûrsayê xwe bigihînin Îmraliyê jî ji ber bayê dijwar seferên keştiyan di nav şert û mercên dijwar de pêk tên.

Ligel ku tê gotin mudaxale li şewatê tê kirin jî em diltirsin ku şewata bi bayê lodosê zêde dibe li nava daristanê belav bibe."

KCD'ê û TJA'yê ji Wezîrê Edaletê û rêveberên hikumetê xwestin ku li ser sedema şewatê tavilê daxuyaniyekê bi rengekî lezgîn bidin.

'HETA PARÊZER Û MALBAT NEÇIN ÎMRALIYÊ DAXUYANIYÊN HIKUMETÊ BERHEWA NE'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Divê di heman demê de di serî malbat û parêzerên Ocalan û girtiyên din biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin û divê bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin. Daxuyaniyên têrker ancax piştî van hevdîtinan dibe ku cihê xwe bigire. Heta ku ev hevdîtin pêk neyên hemû daxuyaniyên hikûmetê wê kêm bimînin û berhewa bin.

Tecrîda ku demek dirêje dewam dike bi vî awayî êdî nameşe. Tecrîda 21 sale li dijî brêz Ocalan tê meşandin êdî nayê qebûlkirin. Di serî de piştî hewla darbeya FETO’yê, rewşa negatîf ya piştî darbeye pêwistiyê pê tîne ku şert û mercên brêz Ocalan êdî bên guhertin.

Tecrîda ku dê wekî rûpelên reş bikeve dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê civakê dixe nava fikaran ne bes, êdî bûyerên xwezayî û awarte yên wekî şewatê jî hê bêhtir civakê dixe nava fikarên kûr û mezin. Pêwistiya gelê me ne bi kaos û fikarê, bi hêviyên jiyanê ya nirxên civaka demokratîk heye.

Di vê warê de em bang li tevahî civakên Demokratîk ên Netewî û Navneteweyî, Saziyên Sivîl û raya giştî dikin ku di vê warê de hestiyar tevbigerin."