KCD û DBP wê bi gel re bicive

KCD û DBP wê li 8 bajaran bi gel re bicivin. Di peyama hate dayîn de ev hate gotin: ‘Em ê bi hev re xeta berxwedana topyekûn bi rêxistin bikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê li gelek bajaran bi gel re  bicivin. HDP jî bi armanca sûdê bide ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ wê li gel KCD û DBP a bernameyeke 13 rojî amade kirî, bi gel re bicivin. Bi daxuyaniyekê bernameya ku wê  di navbera 15-27’ê Tebaxê de bê destpêkirin, hate eşkerekirin.

CIH Û ROJ

Bernameya ku Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk û Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz tevlî bibe wiha ye:

Dersim: 15-16’ê Tebaxê

Mêrdîn: 17-18’ê Tebaxê

Şirnex: 20-21’ê Tebaxê

Colemêrg: 22-23-24’ê Tebaxê

Wan: 25-26-27’ê Tebaxê

Bernameya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir tevlî bibin jî wiha ye

Stenbol: 15-16-17-18-19’ê Tebaxê

Îzmîr: 20-21’ê Tebaxê

Mêrsîn: 25-26’ê Tebaxê