KCD'ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
KCD'ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
KCD'ê êrişên li Reyhanli şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk êrîşên bombeyî yên li navçeya Hatay Reyhanliyê şermezar kir û xwest, ku demildest bûyer bê zelalkirin û kiryar bên tespîtkirin.
KCD'ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li navçeya Reyhanli ya Hatayê daxuyaniyekî nivîskî weşand. KCD'ê diyar kir ku di encama êrîşa bombeyî de 46 welatiyan jiyana xwe ji dest da û zêdehî 100 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Kesên raste rast li hemberî kesên sivîl êrîş pêk anîn bi hişmendiya faşîst komkujî pêk anîn zelal e. Divê hikûmet demiledest bûyer em hemû xemgîn kirin zelal bike û kiryaran peyda bike. Em weke KCD vê çalakiyê bi tund şermezar dikin û serê hemû gelên Tirkiyeyê saxbe, xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe ji dest dan bike û şîfayê ji birîndarana re bişîn e."
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên 2 salin li Suriyeyê berdewam dike Suriye vegerand bombeyekê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber polîtîkayên şaş ên Tirkiyeyê yên li hemberî Suriyeyê îro Tirkiye kirin perçeyê kaosa li Suriyeyê û wiha hate gotin: "Polîtîkayên şaş ên Tirkiyeyê yên li hemberî Suriyeyê sedema vahşetê ye. Em weke Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê bûyerê şermezar dikin û dixwazin demildest bûyer bê zelalkirin."